Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Ramazan Bîlmez ragihand ku 53 jê zarok 71 kes atolyeyên wan ên Kurdî kuta kirine û bang kir da ku Kurdî di hemû warên jiyanê de bê axaftin. 

Di atolyeyên Kurdî yên Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê de 71 xwendekaran perwerdehiya xwe ya asta yekem temam kir. Atolyeya perwerdehiyê 22'yê Mijdara 2022'yan dest pê kiribû, ji ber erdhejê hatibû taloqkirin. Paşê atolyeya perwerdehiyê ji cihê mayî dewam kiribû û 71 kesan asta yekem temam kir. Ji van 53 kes zarok in. Di nava xwendekaran de yên temenê wan 5 û her wiha kesên mamoste yên ji Bûrsa û Gîresûnê çûne Êlihê jî hene.

Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Ramazan Bîlmez, bal bire ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê û got, armanca wan berbelavkirina perwerdehiya bi Kurmancî ye. 

 

71 kes mezûn kirin

Bîlmez bi bîr xist ku wan 22'yê Mijdara 2022'yan 3 pol vekirine û wiha peyivî: "Me ji bo yên 3-5 salî, 6-8 salî û mezinan 3 pol vekirin. Li van polan dersên muzîk, wêne, şano û felsefeyê hatin dayîn. Me di vê qadê de 71 kes mezûn kirin. Me belgeyên wan dan wan. Pêvajoyeke xweş bû. Kelecan û xwestekeke mezin hebû. Di nava beşdaran de zarokên 5 salî û mamosteyên ku ji bajarên rojavayê tayînî vir hatine kirin jî hebûn. Armanca van mamosteyan ew e ku ji xwendekarên xwe fêm bikin. Ev gaveke girîng e." 

 

Bila Kurdî nekeve nava zimanên jibîrçûyî

Bîlmez destnîşan kir ku divê Kurdî li her warê jiyanê bibe zimanê perwerdehiyê û got, armanca wan ew e ku hejmara beşdaran zêde bikin. Bîlmez got, "Em hewl didin ku Kurdî neyê jibîrkirin. Em li gorî hejmara miracaetan polan vedikin. Perwerdehiyên me dê bidomin. Ên dixwazin hîn bibin, dikarin serî li sendîkayê bidin." 

Bîlmez got, divê Kurdî li kuçe, mal, çarşî, saziyên fermî û her derî bê axaftin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku Kurdî nekeve nava zimanên jibîrçûyî, berprisiyarî dikeve ser milê me hemûyan." 

MA/ÊLIH