Berpirsiyar hêzên navneteweyî ne

În 4 Sibat 2022 - 05:32

  • Rêveberiya Xweser: Tenê Sûriyeyeke aram dikare zemînê DAIŞ'ê ji holê rake. Heger Sûrî xwe di nava sîstemeke demokratîk a nenavendî de bi rêxistin bike, hingî em ê karibin bi demdirêjî pêşî li pirsgirêka DAIŞ'ê bigirin.

DÎLAN DÎLOK/ANHA/QAMIŞLO

 

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer diyar kir ku heta ku li Sûriyeyê çareseriyeke demokratîk, aramiyeke giştî pêk neyê anîn, DAIŞ wê neqede.  

Têkildarî armanca êrişa li dijî Hesekê Omer got, "Ev yek parçeyek ji pîlaneke pirralî û berfereh bû. Bi taybetî dewleta Tirk û gelek derdor bi rengekî çalak cih tê de girtin; ji plansaziya lojîstîkî heta bi dayina îstîxbaratê. Armanc ew bû ku DAIŞ'ê ji nû ve bixe nava liv û tevgerê û tesîrê li sîstema Rêveberiya Xweser bike. Pêşî li vê pîlanê hate girtin."

Abdulkerîm Omer bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser DAIŞ leşkerî têk biriye, lê ti carê wan negotiye, DAIŞ qediyaye, û wiha dewam kir: "Li Kampa Holê bi hezaran DAIŞ'î û malbatên wan hene, her wiha bi hezaran DAIŞ'î girtî ne. Rastiyeke bi vî rengî jî heye; li Sûrî, Iraq û herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin DAIŞ xwe komî ser hev dike, ji aliyê cografîk ve jî serweriyeke xwe heye. Ev hêz ber bi herêmên me ve têne şandin. Hêzên navneteweyî bi erk û berpirsyariya xwe ranabin, mîna ku berpirsyarî hemû li ser milê me hiştibin."

Elaqedarî mijarê Omer bal bire ser xisûsa girtîbûna Deriyê Sînor ê Til Koçerê û got, "Alîkarî ji vê derê nayê. Xizanî û ambargo zemînê îdeolojîk ê DAIŞ'ê xurt dikin. Herêm divê di warê aborî de bê bipêşvebirin, zemînê ku DAIŞ xwe jê xwedî dike ji holê bê rakirin. Heta ku ev neyê kirin, DAIŞ wê hebe."

Weke xisûsa sisiyan jî Abdulkerîm Omer bal bire ser êrişên dewleta Tirk: "Êrişên hewayî, sûîqest, topbarana ji herêmên dagirkirî, gefên dagirkirinê bandorê li aramiya siyasî, aborî û leşkerî ya herêma me dikin. Ev bêaramî jî zemînê dide DAIŞ'ê."

Xwe nedan ber dadgehkirina DAIŞ´iyan

Abdulkerîm Omer wiha behsa helwêsta hêzên navneteweyî di meseleya dadgehkirina DAIŞ´iyan de kir: "Piştî Baxozê bang li hêzên navneteweyî hate kirin da ku em dest bi darizandina DAIŞ'iyan bikin. Me got, 'Sûc li vir hatiye kirin, lewma li vir zemînek heye ku şahidiyê bike û belgeyan pêşkêş bike, pêvajoya dadgehkirinê ya navneteweyî em li vir bidin destpêkirin'. Xwe nedan ber vê yekê. Piştgirî nedan û karekî cidî nehate kirin. Ji bo welatiyên xwe wergirin, me bang li wan kir. Li ser vê jî xemsar tevgeriyan.

Heps û kamp DAIŞ´ê ji nû ve çêdikin

Tevî vê yekê bi hezaran DAIŞ'î li Girtîgeha Sînaayê ne, ev der dibistanek bû. Hiştina bi hezaran DAIŞ'iyan li dibistanekê, yan jî kontrolkirina wê derê, ne karekî hêsan e. Li Kampa Holê bi hezaran mirov hene, kesî berpirsyariya şert û mercên jiyanê yên li vê derê neda ser xwe. Di rewşeke wiha de hem girtîgeh hem jî kamp veguherîn navendeke jinûve hilberîna DAIŞ'ê. Bi taybetî zarokên piçûk ên li kampan di perwerdeya DAIŞ'ê re derbas dibin. Dema ku mirov şert û mercên nebaş ên tê de ne, bînin ber çavên xwe, tê fêhmkirin ku ev zarok bi kîn û hêrseke mezin, mezin dibin, dikarin piştre bibin milîtanên DAIŞ'ê."

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Omer ji rewşê hêzên navneteweyî berpirsiyar girtin û got, "Em bi rengekî eşkere dibêjin, sedema bingehîn a çaresernekirina pirsgirêkên bi vî rengî hêzên neteweyî ye ku berpirsyariyên xwe bi cih naînin.

Me di hemû civîn, hevdîtin û daxuyaniyan de gelek caran ev yek anî ziman. Ji bo bidawîkirina vê dosyaya DAIŞ’ê, divê her kes wezîfeyên xwe pêk bînin. Ji aliyê aborî û siyasî ve divê piştgiriyê bidin herêmê. Bi taybetî deriyên sînor ji nû ve bêne vekirin. Tevî van hemûyan, heta ku li Sûriyeyê aramiyeke giştî pêk neyê, koka DAIŞ'ê nikare ji holê bê rakirin. Ji bo li Sûriyeyê çareseriyeke demokratîk pêk were, divê hêzên navneteweyî û her kes bi erka xwe rabe. Tenê Sûriyeyeke aram dikare zemînê DAIŞ'ê ji holê rake. Heger Sûrî xwe di nava sîstemeke demokratîk a nenavendî de bi rêxistin bike, hingî em ê karibin bi demdirêjî pêşî li pirsgirêka DAIŞ'ê bigirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.