Wêjegeh Amed ku bi bernameyên wêjeyê dadikeve meha Îlonê jî çend rêzeçalakiyên wêjeyî hazir kiriye. Di nav bernameya Wêjegeh Amedê de vê mehê (Îlon) pênc bernameyên bi Kurdî hene. Wêjegeh Amed ligel Amedê li Qoser û Wanê jî bernameyan saz dike. Nivîskar Bavê Nazê ku ev 50 sal in dinivîse vê mehê dibe mêvanê Amed û Qoserê.
Bernameya meha Îlonê ya Wêjegeh Amedê bi vî rengî ye:
8’ê Îlonê:
- Serboriya nivîskar di nivîsê de: Bavê Nazê, moderator Îbrahîm Xort / Cih: Mawa Kitapevî, Qoser, saet 20.00
9’ê Îlonê:
- Serboriya nivîskar di nivîsê de: Bavê Nazê, moderator Îbrahîm Xort / Cih: Wêjegeh Amed, saet 16.00
30’yê Îlonê:
- Welatekî pir Dûr: Zeynep Yaş, Hatice Kamer û Dilawer Zeraq, moderator, Lal Laleş û Seçkin Arslan, cih: Wêjegeh Amed, saet 16.00
- Çîroka Me: Samî Hêzil, moderator Ramazan Kaya, cih: Nînova Dance and Theatre, Îpekyolu/Wan, saet 16.00
- Gotinên Rastiyê: Salih Agir Qoserî, moderator Mem Wenda, cih: Mawa Kitapevî, Qoser, saet 16.00
AMED