Bernameya Şehîd Berçem dewlemend e

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 3 Îlon 2024 - 00:56

Komîteya Amadekar a 2’yemîn Festîvala Şehîd Berçem û Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatî Sûriyê Mizgîn Çolaq, têkildarî festîvala Şehîd Berçem axivî.

Mizgîn Çolaq, anî ziman ku di encama biryara di konferansa Hîlala Zêrîn de hatiye girtin Festîvala Şehîd Berçem tê lidar xistin û got, “Festîval her du salan carekê tê li darxistin. Cara ewil li bajarê Helebê hat lidar xistin û ya îsal jî wê li bajarê Kobanê bê lidar xistin. Em ê her carê festîval li kantonekê pêk bînin. Îsal jî bi taybetî me xwest li bajarê berxwedanê, warê şehîd Arîn were lidar xistin. Ev festîval ji bo jinan xweser e û li ser asta Bakur Rojhilatî Sûriyeyê tê pêkanîn. Armanca me weke Tevgera Çand û Hunera Jinê ya Hîlala Zêrîn, çanda resen ya dayîkê car din nûjen bikin. Em dixwazin çanda ku bi destê jinan hatiye neqişandin, bi rêya hunerê derxin holê.”

Di 4 rojan çalakiyên cuda yên hunerî

Çolaq, destnîşan kir ku yek ji armanca êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirina çandê ye û wiha domand, “Ev êrîş bi taybetî di şexsê jin û ciwanan de pêk tînin. Li dijî van êrîşan bi çalakiyên cur bi cur em çanda xwe zindî dikin. Di festîvalê de wê hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe bigirin. Wê hunermendên dervayî welat hunermendên cîhanî jî tevlî festîvalê bibin. Wê hunermenda Tunisî Emel Mathlouthî û hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Şedî Xulemî jî tevlî festîvalê bibin."

Mizgîn Çolaq, da zanîn ku wê festîval bi tevlîbûna jinên ji Kantona Qamişlo û Kantona Şehba-Efrîn û gelek herêmên din bi coş û pêşandanên rengîn pêk werin. Festîval ew ê 4 rojan dewam bike û di nava van çar rojan de nîşandana govend, kurtefilm û şanoyan pêk were. Her wiha ewê panel werin organîzekirin û li ser wêjeyê jî bisekinin.

ANF/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.