• Bernameya Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê ya di navbera 24-29'ê Adarê de diyar bû. 

Bernameya Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê ya di navbera 24-29'ê Adarê de diyar bû. 

Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê festîvalê li dar dixe. Di mihrîcanê de wê di qategoriya filmên metraja wan dirêj, begelfilm û filmên kurt de 28 film bên nîşandan. Bernameya mihrîcana ku wê vekirina wê bi filma "Kurdên Êzîdî" bê kirin, diyar bû. 

Wê pirraniya filman bi beşdariya derhênerên wan bên nîşandan. 

Vekirin û girtina mihrîcanê wê li Navenda Çandê ya Bajar a Cemîl Candaş a Şîşliyê bê kirin û film jî li Sînemaya Majestîk a li navçeya Beyoglûyê bên nîşandan.

STENBOL