Beriya we em li vir bûn!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 11 Cotmeh 2022 - 05:59

  • Ev serketina civakên xwecihî roj bi roj pêk hat. Bi saya vê rojê ew li Emerîkayê baştir tên naskirin û dîtin. Heta ku civakên xwecih û çanda wan baş were naskirin divê ew dibêjin, divê ew li ber xwe bidin û hin guherînan pêk bînin.

XASÊ CÛNÊ

 

Li Emerîkayê her sal di 9’ê Cotmehê de “Roja Civakên Xwecihî” tê pîrozkirin. Helbet, ev pîrozkirin û roja taybet ne tiştên ji rêzê ne. Çermsoran û her wiha civakên din ên xwecih ji bo karibin vê rojê pîroz bikin, pirr li ber xwe dan. Ji lewma wan dixwest, nihêrîna Christopher Columbus a derbarê parzemîna Emerîka de sererast bikin û bidin fêhmkirin ku beriya ew vê parzemînê bibîne, li wir mirovên xwecihî hebûn. Esas, pîrozkirina vê rojê li hemberî fikrên mêhtinger ên Christopher Columbus nerazîbûnek e. Ew baş dizanin ku piştî hatine mêhtin ji warê xwe bûne û bi darê zorê hatine bişaftin û qirkirin. Ji ber vê yekê, maneya vê rojê ji bo wan gelekî giring e û piştî berxwedanekê, ev maf bi dest xistin. Niha jî vê rojê li gelek eyaletên Dewletêîn Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) pîroz dikin û bi serbilindî dibêjin, “Beriya we em li vir bûn! Em xwecihê vê axê bûn.”

Di sala 1971’ê de li DYE´yê “Roja Columbus” bi awayekî fermî hate qebûlkirin. Piştî ev roj bi awayekî fermî hate qebûlkirin, çermsoran li hember vê rojê helwêst nîşan da û wan got, “Em naxwazin li ser navê qirkerekî ku tiştên ne tişt aniye serê civaka me, bi awayekî fermî ‘rojên taybet’ werin neqandin û pesnê wî were dayîn.” Jixwe, di sala 1977’an de di “Konferansa Navneteweyî” de hat niqaşkirin ku roja “Columbus” bi ya “Civakên Xwecih” re were guhertin. Piştî vê konferansê û van nîqaşan li her derî protesto çêbûn û xelkên xwecihî xwestin ev roj bi hev bên guhertin. Ji lewma jî wan rojên “Pow Wow” li dar xistin. Ev tiştekî sembolîk û nîşaneya çanda wan bû. Pow Wow, xewna şamanê êla çermsoran îfada dike. Beriya ku ew bi artêşên Emerîkayiyan re şer bikin, weke rîtûelekê li meydanê li hev kom dibûn û motivasyona xwe ya şer zêde dikirin. Ev nav ji rêûresmeke wan a kevn dihat.

Li 14 eyalet û 130 bajaran tê pîrozkirin

Destpêkê li Eyaleta California, li bajarê Berkeley xelkê di roja ji bo Columbus de “Roja Civakên Xwecihî” pîroz kir. Piştî demekê êdî ev bû adetek û her sal vê adeta xwe dewam kirin û ji dêvla roja Columbus, roja civakên xwecihî pîroz kirin. Roja Civakên Xwecihî, cara ewilî di sala 1992’yan de bi awayekî fermî li Berkeleya Colifornia hat pîrozkirin. Piştî Berkeleyê, li gelek bajarên din jî ev roj bi awayekî fermî hate qebûlkirin û niha li 14 eyaletan û 130 bajaran ev roj bi awayekî fermî tê pîrozkirin. Di sala 2021’ê de serokê Emerîkayê Joe Biden di “Roja Civakên Xwecihî” de belavokek belav kir û di belavokê de got, ew vê rojê bi awayekî fermî qebûl dike. Cara ewilî bû ku serokekî Emerîkayê ev roj weke rojeke taybet bi nav dikir û weke “betlaneya fermî” diyar dikir.

 

‘Serketin roj bi roj pêk hat’

Koordînatorê “Muzeya Neteweyî ya Xwecihên Emerîkayê” Mandy Van Heuvelen dibêje, mîsyoneke giring a vê rojê heye û xelk dikare bi saya vê roja taybet, li hember zilma ku li çermsoran bûye hinekî bifikirin û nihêrînên xwe biguherînin. Van Heuvelen, di heman demê de ji “Êla Sioux” e, ya ku li Dakotaya Başûr dimîne. Ew vê roja taybet a xwecihan bi mane dibîne û dibêje, gelek pêşketinên din jî wê bi xwe re bîne: “Ev serketina me, roj bi roj pêk hat. Bi saya vê rojê, em civakên xwecihî li Emerîkayê baştir tên naskirin û dîtin. Heta ku civakên xwecihî û çanda wan baş were naskirin, divê em li ber xwe bidin û hin guherînan pêk bînin. Heger em dernekevin pêş, haya kesî dê ji pirsgirêkên me tine be. Ji bo vê yekê, divê em xwe bidin naskirin û li meydanê bin.”

 

‘Erdê çermsoran li wan vegerînin’

Van Heuvelen herî dawî bi bîr dixe, heger hin kes bixwazin erd, mal û milkê çermsoran ên ku bi darê zorê ji wan hatine stendin, li wan vegerînin, dikarin vê yekê bikin û li hemberî rûmeta çermsoran rêzdar bin. Ji bo vê yekê, li ser înternetê bernameyek jî heye û kesên bixwazin, dikarin bi riya vê bernameyê erdê Çermsoran li wan vegerînin. Van Heuvvelen dibêje, bi vî awayî ew ê kesên ku beriya wan li ser van erdan diman, çêtir nas bikin û neheqiya li wan bûye fêhm bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.