• Alî Kemal Çinar bi filma xwe ya “Beriya Şevê” qewimînên serdema xwe vedibêje. Dengê şer ji dûr û nêz ve dide hîskirin, şerekî ku em hem di navê de û hem jî ne di navê de ne! Her wiha ew bi hafize û serpêhatiyên sê kesan ango malbatekê jî dadikeve ku birînên wan ên şexsî di heman demê de birînên civakî ne jî. 

ARDÎN DÎREN

 

“Wîzîniya wî bayê ku tiştên kevn dorpêç kiribû digihîje heta ber guhên me. Êdî olana bêdengan heye di wan dengên ku em guhên xwe ji wan re bel dikin de. Em ji serpêhatiyên xwe yên şexsî ders negirin em ê her tim heman xeletiyan bikin. Heger em bi xeletî û êşên xwe re neyên rûberî hevdu dê dîrok tim dubareyeke bi êş be ji bo me. Ji lewma jî afirîneriya hunerî, lê beriya wê bîr ango hafize, cîhwarê berxwedanê ye. Bi bîr bîne.”    Walter Benjamîn 

 

Weke ku Walter Benjamîn jî îşaret pê dike, ji bo civakekê afirîneriya hunerî elbet girîng e. Lê beriya em bi afirîneriyeke hunerî dakevin ew bi awayekî kurt me hişyar dike û dibêje; “bîrbir” bin. Yanî hunereke ku bîra qewimînên şexsî û civakî nebe dê xav bimîne, neyê cûtin û ji afirîneriyê dûr bikeve. Heger afirînerê hunerê ji wê bîra civakî û şexsî tênegihije dê hunera wî ti carî nebe deng û olana wan “bêdengan” û dê rê li ber dubareyên dîrokî yên bi êş veke. Ew dîroka ku qet ji “bêdengan” hez nekir û dê neke jî. Ji lewma girînge ku em bi êşên xwe re lihev bikin û werin pêşberî hev. Naxwe heta hetayê em ê bi xeletiyan bijîn. Ji xwe jê wêdatir jî malwêranî ye! Şahidiya malwêraniyê jî pirr zehmet e, kesên ne “bîrbir” bin nikarin ji bin barê şahidiya malwêraniya welatekî derbikevin.

 

Hişê ku bi fotografan baş dibe

Alî Kemal Çinar bi filmê xwe yê “Beriya Şevê” bi van meseleyan dadikeve. Weke “afirînerê hunerê” qewimînên şexsî û civakî di hevdu re derbas dike û bîra wan bûyer û qewimînên serdema xwe dibe. Yanî xeta ku ji bo filmê xwe ava kiriye ev xet e. Li ser vê xetê hewl dide çîroka malbatekê ango bav, dayik û keçekê vebêje. Malbateke ku di nav qewimînên civakî de bi birînên xwe yên şexsî ve mijûl in, ji xwe ev birînên wan jî ne dûrî yên civakî ne û mirov dikare van birînan weke parçeyekî hafizeya civakî jî binirxîne. Gotinên bavê Gulbîn (aktrîsa sereke ya filmî) ev mesele baştir rave dike; “Tiştên berê hemû di bîra min de ne. Ev fotograf hişê min tînin serê min, ez bi wan baş dibim.” Fotografên behs dike fotografên bajarekî hatiye dagirkirin in! Serdest bi awayekî hovane ew “cîhwar”ên di fotografan de tine dikin; ji dengê tang, top, û guleyan em têdigihîjin ku bajarê film lê derbas dibe hatiye dagirkirin. Yanî malbata me ya ku bi birîn û trawmayên xwe daketiye li mêhtingeriyê dijî. Film bi awayekî eşkere ev tişt nîşan nede jî dide hîs kirin. Di nûçeyên televizyonan de em dibînin ku xelk warên xwe diterikînin û dewleta serdest her êrîş dibe ser wan da ku wan qir bike. Wekî din derhêner zêde ev mesele kûr nake û dixwaze bi riya karekteran psikolojiya şerê li welatê xwe vebêje. 

 

Di sînemayê de xwebirêvebirin

Piştî film bi dawî bû min nasnameya xwe ya Kurd danî hêlekê, xwe xist şûna kesekî biyanî û ev pirs ji xwe kir; “Heger ez ne Kurd bûma û ez hay ji van bûyeran tine bûma dê min heman tiştî hîs bikira gelo?” Destpêkê hinek dudilî bûm lê paşê min bersivand; “Erê min ê hîs bikira” Ji ber ku atmosfera filmî ev yek bi temaşevan dide hîskirin. Ma ne ji xwe yek ji kêmasiya herî mezin ya sînemaya Kurdî jî avakirina atmosferê ye. Kêm car di filmên Kurdî de li gor babetê atmosfer tên avakirin. Mirov dikare bibêje Alî Kemal Çinar atmosferê li babetê fesilandiye. Bi vî awayî ez têgihîştim ku derhêner hay ji kameraya xwe heye û baş dizane ew ê çi nîşan bide û çi nîşan nede. Yanî wî kameraya xwe dûrî heqîqetê negirtiye, tevî ku çîrokeke sêwirandî saz kiriye jî, bi pevxistineke pak xeta ku min di serî de behs kir parastiye. Ev ji bo sînemaya Kurd yek ji wan “mizgîniyeke xêrê” ye, ya ku bi derhêneriyeke çê radibe û dizane çîrokekê bifesilîne. Ma ne Robert Bresson jî gotibû; “Tiştê herî girîng ewe ku mirov xwe bi rêve bibe, ne kesekî din” Dixwazim bibêjim ku ev pirsgirêka herî sereke ya sînemaya Kurdî ye. Ji ber derhênerên me serê ewil xwe bi rêk û pêk nakin û yekser xwe li hin meseleyan girê didin, gelek caran “hafizeyê” pûç dikin û afirîneriyeke stewr ya ji hunerê dûr derdikeve holê. Dema li ser van tiştan hizirîm, filmên heyî yên Kurdî hatin ber çavên min û derhêneriya filma “Beriya Şevê” bi gelek helên xwe tekûz hat ji min re. 

Bajar û jiyanên parçebûyî

Alî Kemal Çinar bi filmê “Beriya Şevê” şahidiya serdeme malwêraniyê dike û vê şahidiya xwe bi zimanekî sînemayî rave dike. Lêgerîna Alî Kemal Çinar ya di warê vegotinê de ango şêwaza filmî jî yek ji wan hêlên film bû ku bala min bire ser xwe. Di malê de sê kes dijîn; dayik, bav û keç. Lê em ti carî wan li cem hev, yanî bi hevdu re nabînin. Ji xwe derhêner film jî kiriye sê beş û di her beşekê de em karakterekî/ê dibînin. Dema bav tê xuyanê dê û keç tine ne. Dema dayik tê xuyanê keç û bav tine ne. Û dema keç tê xuyanê dayik û bav tine ne. Yanî ew hene lê tenê bi deng hene, em dengê wan dibihîsin. Weke dîmen em ti carî her sê karekteran bi hevdu re nabînin. Ew biqasî ku nêzî hev in ewqasî jî dûrî hev in. Weke bajarê ku lê dijîn serobino bûne û ji hev qut in. Her yek xwedî serpêhatiyeke cuda ye û bi awayekî cuda xwebûn ji wan re zor tê. Tenê ji bo pêdiviyên rojane bi hevdu re diaxivin. Wekî din her yek parçeyekî bi serê xwe ye, êş û birîneke nekewandî ne eynî weke parçeyên ku bûne zimanê filmî. Ev şêwaza filmî nîşan dide ku derhêner di warê “auteur”iyê de jî zorê dide xwe û hewl dide bi şêwazeke resen derdê xwe vebêje. Yanî di dîroka sînemayê de her çend ne resen be jî di sînemaya Kurdî de şêwaza vî filmî hewldaneke ciyawaz e ku divê mirov li ser biaxive.

 

Ji dûr û nêz ve dengê şer

Axir, li welatê Alî Kemal Çinar beriya şevê û piştî şevê qet naşibin hevdu. Li welatê wî ne şev têra xewnên insanan dikin û ne jî roj têra xemên wan!* Ji hêlekê ve şerê li bajêr û ji hêlekê ve jî şerê xwebûna insanên ji rêzê. Û tengezariya jiyanê…Hest û ruhê insanan jî bi qasî yê bajêr serobinobûyî ne. Yanî li welatê wî insan herî zêde dişibin bajarên xwe. Ew jî weke bajarên xwe parçe parçe ne. Di zaboqên dilê xwe de asê mane. Şer ji hundirê wan ti carî kêm nabe. Ew her çiqas ji şer birevin jî şer bi awayekî tê wan dibîne. Weke ku di dawiya film de şev bi ser bajêr de digire û her ku diçe dengê tang, top û guleyan nêzîktir dibin. Her wiha tirs û fikar jî zêdetir dibin. Di destpêka filmî de dengê şer ji dûr dihat lê ber bi dawiya film şer nêzî malê dibe. Ji lewma Gulbîn di dawiya film de kesereke kûr dikşîne û dibêje; “Destpêk û dawî çawa ewqas nêzî hev dibin ez matmayî dimînim. Her tişt di nav hevdu de ye. Yan jî ti carî tişt ji nava hevdu dernakevin. Wext, huner, malbat û hebûn çiqas wek hev in…”  

 

Û hêviya di reşbîniyê de…

Ji xwe di dema şerê rastîn de jî ji hêlekê ve şer hebû û ji hêlekê ve jî xelk bi jiyana xwe ya asayî ya rojane ve mijûl bû. Film ji hêlekê ve jî ev nakokî û normalîzebûnê şirove dike. Belkî jî ji bo vê yekê sînema ji bo Kurdan “cîhwarê berxwedanê” ye ku bi bîr û hafizeya civaka xwe dadikeve û hin bûyeran tîne bîra xelkê. Alî Kemal Çinar jî bi vî filmî bîra qewimînên li welatê xwe biriye û ji temaşevanan re dibêje qewimînên “Beriya Şevê” bi bîr bînin. Beriya ku şev van qewimînan binixumîne! Dibe ku ji hin kesan re film reşbîn were xuyakirin, lê reşbîniya Alî Kemal Çinar reşbîniyeke spî ye. Ji ber bi xeletî û êşên xwe re tê rûberî hev, her wiha reşbîniyeke bi hêvî ye jî. Ji xwe Walter Benjamin jî behsa “reşbîniya rêxistinbûyî” dikir û ji bo wî hêviya herî mezin ev reşbînî bi xwe bû. Her wiha tenê têgihiştineke dîrokî ya bi vî rengî dikarîbû bibe şoreşger. Ji bo “afirîneriya hunerî” jî heman têgihîştin û nihêrîn pêwîst e. Ji lewre tenê ev têgihiştin dikare di sînemayê de “cîhwarekî berxwedanê” ava bike.

 

*Risteyek ji helbesta “Şev û Roj” ya Mueyed Teyib. Risteya rast ev e; “Ne şev têra xewnên min dike ne roj têra xemên min”