Pompeyî bajarekî Împaretoriya Roma ya antîk e. Piştî ku çiyayê agirî, Vezuv sala 79´an piştî mîladê diteqe, ew di bin arî û xweliya wê de dimîne û her tişt li wir bi carekê dicemide. Bi gotineke din her tişt di ciyê xwe de hişk dibe. Ji sedsala 18’an ve li Pompeyî xebatên arkeolojiyê dewam dikin û erd lê tê kolan da ku aqûbeta vî bajarî baştir bê zanîn.
Di navbera salên 2019 û 2020’an de arkeologan tiştekî nû dît. Ev tişt cihekî xwarinê bû û di dema Romayiyan de hatibû bikaranîn. Li gorî agahiyên arkeologan, ev cih wek “Snack Bar” (cihê xwarinên hazir, aperetîf, meze, sandiwîç û her wiha yên germ) hatiye bikaranîn û xwarin li vî cihî hatine firotin. Kesên ku li malên xwe xwarin nedixwarin li vê xwaringehê, hema wisa li ser piyan zûzûka tiştin didan ser hev û dixwarin.
Ev Thermopoliyûm yan jî “Snack Bar” bi freskên rengorengo hatiye xemilandin û bi dekorên baş hatiye çêkirin. Li gorî agahiyan li Pompeyî wek vê barê yan jî cihê din ên xwarinê 80 bûne û hemû jî çalak bûne. Kesên rewşa wan ji hêla aboriyê ve baş bû, bêhtir ev der tercîh dikirin û ji dêvla li malê bixwin, li vir xwarin dixwarin.
Li barên modern ên roja îro çi hebin, wê demê li van baran jî heman tişt hebûn. Bermahiyên ku ji bin axê derketine nîşaneya vê yekê ne. Ji xwarinên bi goşt heta bi beqleyan, her tişt dipijandin û difirotin. Her wiha li ber van xwarinan mey jî hebû.
Wê demê cihên xwarinê yên bi vî rengî gelek bûn û wek restoranên îro kar dikirin. Freskên li ser vê “Snack Bar”ê hatine çêkirin heta îro hatine û teswîrên dîk û mirîşkan li ser tezgahên wan hatine çêkirin, balkêş in. Axir hema piştî mîladê ev bajar bi xweliya volkanê cemidî be jî, bajar beriya mîladê di sedsala 7´an de hatiye damezrandin û gelekî muhtemel e ku ev Snck Barên hanê beriya mîladê jî hebin.
Thermopoliyûma li Pompeyî piştî restorasyonê niha li serdanê vekirî ye. Kesên bixwazin dikarin herin û “Snack Bar”a wê heyamê bibînin.
NAVENDA NÛÇEYAN