Beriya biçe hema sîleh firotine
Duşem 27 Kanûn 2021 - 22:24
- Beriya ku hikûmetê dewr bike, Merkel kir ku di destûrên firotina sîlehan de Elmanya rekorê bişikîne.
Beriya ku hikûmetê dewr bike, Merkel kir ku di destûrên firotina sîlehan de Elmanya rekorê bişikîne. Bi vî awayî bi destûra Angela Merkel, Elmanyayê bi bihayî bêhtirî 9 milyar euroyan sîleh firotin.
Li ser pêşniyazpirsa parlamentera Partiya Çep li Meclîsa Federal a Elman, Sevîm Dagdelenê, bi bersiva hikûmetê eşkere bû ku beriya wezîfeya Merkel û hikûmeta CDU û SPD´ê bi dawî bibe bi çend rojan, 8 Kanûnê serokwezîra hingê Angela Merkel û serokwezîrê niha Olaf Scholz destûra firotina 3 keştiyên şer û 16 sîstemên parastina hewayî dane. Tenê ji bo bifiroşin Misrê di 9 rojên dawî yên hikûmeta beriya niha de destûra firotina bêhtirî 4 milyar euro hatiye dayîn.
Hikûmeta niha ya koalîsyona SPD (sosyal demokrat), Kesk û FDP (lîberal) di peymana xwe ya hikûmetê de dibêje, ew ê siyaseteke bêhtir bi kontrol û astengker di firotina sîlehan de bimeşîne. Heta ji bo vê divê qanûnek jî bê amadekirin. Axir dîsa dewleta Tirk wê karibe sîlehan bikire, ji ber ku lîste wê bi dewletên NATO´yê û “yên weke” Elmanyayê bê sînordarkirin.
Wezîrê ji firotina sîlehan berpirsiyar Robert Habeck bi rêya musteşarê xwe Sven Giegold bersiv da pirsa Dagdelenê û got, ev firotina zêde biryara hikûmeta beriya wan e û wan heta niha weke hikûmet destûra firotina sîlehan a bi buhayê 3679 euroyî erê kiriye. Ev sîleh jî hikûmetê destûr daye bên firotinî Awustralya, Awusturya, Swêd û Slovenyayê.
Axir kirina di nava çend rojên dawî yên hikûmeta Merkelê, kir ku ew ji rekora xwe ya sala 2019´an bi milyarek euroyî bibihure.
BERLÎN