Berhemên talankirî li Iraqê vegerandin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Gulan 2024 - 00:52

Hate ragihandin ku hikûmeta Swîsreyê sê berhemên giring ên Mezopotamyayê yên ku di proseya tawanan de hatibûn desteserkirin, ji bo Iraqê vegerandin.

Hikûmeta Swîsre duh ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê sê berhemên dîrokî yên girîng ên Mezopotamyayê yên ku di proseyek a tawanan de hatibûn desteserkirin, ji bo Iraqî vegerandiye.

Di merasîma ku li Wezareta Rewşenbîrî ya li paytext Bernê hat lidarxistin de, Wezîra Derve ya Swîsreyê Elisabeth Baume-Schneider beşeke peyker û 2 rolyefên (rolyef: hunerek ku bi bilindkirin yan jî çalkirina li ser ruberekê tê çêkirin) Mezopotamyayê radestî Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê, hat diyarkirin ku 3 berhemên ku temenê wan di navbera hezar û 700 û 2 hezar û 800 salî dene, ji bo Iraqê xwedî girîngiyeke mezinin. Her sê berhemên dîrokî yên ku duh ji bo Iraqê hatin vegerandin, di salên 1857, 1959 û 1976’an de di kolandinên fermî yên li Iraqê de hatibûn keşifkirin.

Hate diyarkirin ku ev berhem bi giştî yên axa Mezopotamyayê ne. Tê texmînkirin ku ev berhem di dîrokeke ne diyar de û bi awayekî neqanûnî ji Iraqê hatine derxistin.

Di nav van berheman de du rolyefên mezin ên Asûrî yên ji sedsala 8’an BZ. ku li cîhê arkeolojîkî yê girîng Nimrud-Kalhu hatine dîtinin. Her wiha parçeyek ku ji bustekê padîşah yê ji bajarê kevnar Hatra ku bi cil û bergên pêçandî hatiye xemilandin û dîroka wê digihije PZ. Sedsala 2’an heta sedsala 3’an heye.

Wezareta Rewşenbîrî ya Swîsreyê ragihand ku berhemên çandî yên ji Mezopotamyayê ku wek dergûşa şaristaniyê tê naskirin, di nav dewlemendiyên çandî yên Iraqê de nav kategoriyên herî di xetereyê de cih digirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.