Berhemên sempozyûmê li Qamişloyê ne

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Gulan 2023 - 03:52

Li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê, Pêşangeha Şêwekariyê ya 8'an bi tevlîbûneke mezin a şêwekaran dest pê kir. Çalakiya pêşangehê di çarçoveya Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4'an de pêk tê. Ev sempozyûma hanê, ji 20 ta 25'ê Gulanê li bajarê Kobanê hatibû lidarxistin.

Pêşangeh bi dirûşma "Bi hev re em hunerê bikin bihara dilan'' ji aliyê Desteya Çand û Huner a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve û bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hatiye organîzekirine. 

Di pêşangehê de 109 tablo hatine nîşandan ku ji aliyê zêdetirî 100 şêwekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine xêzkirin. Mijarên tabloyan li ser şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şehîdan, karên jinên li gundan, êş û azarên şer û berxwedana jinan in. Di nava wan de wêneyê şehîd Yûsif Gulo jî heye.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Gabrîel Şamûn di merasîmê vekirina pêşangehê de got, bipêşxistin û destekdayîna warê huner, yek ji armancên pêşîn ên Rêveberiya Xweser e.

Şêwekar Şêrîn Elo yek ji wan şêwekarên jin e ku beşdarî pêşangehê bûye. Wê jî got, “Beşdarbûna jinan di çalakiyên hunerî de bi pêş dikeve û berfireh dibe.” Wê her wiha anî ziman ku armanc ji vê çalakiyê ew e ku bi rîşa xwe hizrên xwe îfade bikin û kêliyên girîng ên vê pêvajoyê belge bikin.

Pêşangeh dê 30'yê Gulanê bi şahiyekê bi dawî bibe.

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.