Ew  tiştên bi kêra me nayên û em diavêjin, esas gelekî bikêr in. Gelek caran em hay ji vê bikêrhatîbûna wan nînin. Barbara Franc hunermendek e ku bi berhemên xwe nîşanî me dide, ting û sergoyên me mişt in ji tiştên bikêrhatî. Belkî jî bangek e, ji bo ku em êdî tiştan hema wilo neavêjin. 
Barbara Franc ji berê ve gelekî hez ji teşeyê heywanan dike. Ji ber wê jî ji van bermahiyan yan jî tiştên avêtî, ew bi pirranî peykerên heywanan çêdike. Bi gotina wê, “[Heywan] ji bo min çavkaniyeke bi dawî nabe ya îlhamê ne.” Ev nexasim jî xwe di hewldana wê de dide der ka çawa ew ê hisa tevgera wan di berhemê xwe de nîşan bide. 

Ew têlan û gelek materyalên din jî bi kar tîne. Lê ew herî zêde ji materyalên li ser tingan, tiştên avêtî berhemên xwe çêdike. Ew ne tenê xwe dide ber barê nîşandana bikêrhatîbûna tişta avêtî; lê ew di heman demê de xwe dide ber wê zehmetiya şîrîn a ku berhem nîşan dide: rabihuriyeke berhemê, têkiliyeke wê bi qewimîbûnê re. Yanî berhem dibêje, ew ji doh, ji pêr maye, destê filanê, destê filanê pê bûye û wekî din.
Hunermend Barbara Franc di dawiya saIên 1970´yî de li ber destê Maggie Hambling û John Bellany xêzkirina zindî xwendiye. Di dawiya salên 1980´yî de wê Richmond Collegê a li Londonê peykerçêkerî li ber destê Avril Vellacott xwendiye. Lê hostekara herî zêde tesîr li wê kirî, Mary Orrom e. 

LONDON