Ji ber ku Hikumeta Herêma Kurdistanê ti girîngiyê nade berhemên navxweyî û berhemên derve ji bo herêmê tên hawirdekirin, pirsgirêkek mezin ji bo berhemên cotkarên herêmê çêdibe. Cotkarên Hewlêrê dibêjin, ji ber hawirdekirina derve ziyanek mezin digihe wan.
Hikûmet berê xwe dide derve
Li Herêma Kurdistanê her sal bi sedan berhemên nû çêdibin û ji bo hinardekirinê amade ne. Lê Hikumeta Herêma Kurdistanê li şûna berê xwe bide cotyarên herêmê û berhemên wan bixe bazarê, berhemên ji derve hawirdeyî herêmê dike û cotyar jî ji vê zirarek mezin dibînin. Bazara herêmê niha li şûna berhemên navxweyî, ji berhemên derve tije bûye. Derbarê mijarê de cotyarên Hewlêrê axivîn.
Berhemên me nayên firotin
Cotkarê bi navê Şêrko Kake zêdetirî 10 salin cotkariyê dike dibêje;“Dema berhemên me çêdibin, nayên firotin û bi nirxek baş naçin. Sedema vê jî hawirdekirina berhemên derve ya ye. Hikûmeta Herêmê ti alîkariyê nade me û bargiraniyek zêde ji bo me çêkiriye, salane gelek pirsgirêk çêdibin. Ya herî diyar jî ne firotina berhemên me ne, ev yek jî ji ber hawirdekirina berhemên derveye.”
Cotyarê bi navê saman Umer jî dibêje;“Ji ber berhemên derve dikevin herêmê, berhemên me bi pereyek baş nayên firotin. Ji ber vê jî zirarek mezin digihê me.”
ROJNEWS/HEWLÊR