- Saleh Nemir ev peyker ji qurmê dareke şambelûtan a mirî çêkiribû û ji bo malavahiya civaka ku lê stiriye, bike Tebaxa 2017´an çêkiribû.
Saleh Nemr (Salih Nemir) beriya bi 5 salan li bajarê Gerolzhofenê yê Elmanyayê bi navê “Kurmê rîşê xwe berdayî-ruhê rewan (Verwurzelter Stamm – beweglicher Geist)” ji bo nava bajêr peykerekî ji darê çêkiribû. Lê peyker ji bo ku karibe xwe li ber rewşa hewa û dinyayê yanî li ber baran, serma, tavik û germê nehatibû sêwirandin. Şaredariya bajêr got, bi halê xwe yê heyî peyker li dijî ewlekariya cemawerî tehlûkeyek bûye. Ji ber wê jî şaredariyê ev peyker bi birrekê da birrîn û hilweşand.
Michael Moesslein ji bo rojnameya Main Postê li ser mijarê nivîsî. Ji wêneyê rêveberê şantiyeya (Bauhof) şaredariyê Michael Finster jî xuya dike ku tişta ji ber berhema hunerî maye li vê şantiyeya şaredariyê hatiye bicihkirin.
Hunermedê Kurd ê ji Rojava Saleh Nemr hema hema tam beriya bi 5 salan ev peykerê hanê yê zarokeke yan jî ciwanekî skateboardê diajo yê mucered çêkiribû û şaredariya Gerolzhofenê peyker li rêya navbajêr a peyayan a li Dreimuehlenstrasse bi cih kiribû. Lê duşemê, xebatkarên şantiyeya şaredariyê bi bireka bi motor ew birrîn û bermahiyên wê jî ji wir birin. Rêveberê şantiyeya şaredariyê Michael Finster piştrast dike ku ti kesî gilî nekiriye ji ber peykerê, lê rîska ewlekariya cemaweriyê hebû û tenê ji ber wê sedemê wan peyker rakiriye.
Qurmê darê ne saxlem bû
Saleh Nemir ev peyker ji qurmê dareke şambelûtan a mirî çêkiribû û ji bo malavahiya civaka ku lê stiriye, bike Tebaxa 2017´an çêkiribû. Ji ber ku qurm hê hingê ziralêbûyî bû, hem şaredariyê û hem jî hunermend dizanîn ku ew ê heta heta yê li wir nemîne. Rêveberiya şantiyeya şaredariyê jî biryar da ku êdî wext e ev peyker were birrîn. Yanî esas dixwestin zemînê peyker li serê kurt bikin. Lê gava ku binê wê birrîn, dîtin ku ji hundirû ve peyker hemû kurmî bûye.
Ji ber wê jî wan biryra da ku peykerî bi temamî ji cihê wî rakin.
Bermahiyên berhemê niha li şantiyeyê ne. Piştî ku şaredarî bi hunermend re peyivî wê biryarê bide ka çi ji wan bike.
FRANKFURT