Cejna Pîrşalyar yan jî Daweta Pîrşalyar li Hewremanê û li hin herêmên Rojhilatê Kurdistanê û çend bajarên Başûrê Kurdistanê hat pîrozkirin.
Doh na pêr, piştî saat 15.00’an berf dibariya û di bin berfê de cejn bi kêfxweşî hat pîrozkirin. Cejna Pîrşalyar li Rojhilatê Kurdistanê di çarşema serê Sibatê de tê pîrozkirin û sê rojan didome. Ev cejn li ser navê Pîrşalyar e; di dema ketina cemreyan (sotik) a hewa, av û axê de, salê du caran tê pîrozkirin.
Di merasîmên cejnê de gelek kesan li ser berfê zikr kir. Ji ber rewşa heyî ya li Îranê û Rojhilat, di merasîman de rejîma heyî jî hat şermezarkirin. Jinan ji bo şermezarkirina sergirtina bi zorê, xwe serqot kir.
Salê du caran
Cejna Pîrşalyar, a li Hewremanê dest pê kir; li Sine, Kirmaşan, Merîwan, Pawe, Ciwanro, Bane, Seqiz, Tehran û bajarên li bakurê Îranê, bajarên Başûrê Kurdistanê Silêmaniye, Hewlêr û Kelarê jî hat pîrozkirin û gelek kesan berê xwe dan Hewremanê. Hewremaniyan şekir da kesên ji bo pîrozbahiyan çûbûn Hewramanî Text, cihê ku mala Pîlyalyarî lê ye. Sofiyên û Derwêşên Qadirî, rîtuelên Cejna Pîrşalyarî pêşkêş kirin û zikir kirin.
Ev cejn salê du caran heye û di merasîman de zikr, muzîk, gera li malan û îkram, û ji bo daweta Pîrşalyarî serjêkirina sewalekî heye. Merasîm 3 rojan dewam dikin.
JÎNHA/HEWREMAN