- Ken Loach: Heger min ev xelat qebûl bikira û bi çend rexneyên piçûk piştguh bikira, ev yek dê bibûya durûtiya min. Nabe ku em li ser perdeyê hin tiştan bînin ziman û paşê jî li van tiştên em nîşan didin, xiyanetê bikin!
Ken Loach weke derhênerekî Brîtanî xwe li dinyayê daye nasîn. Wî bêhtir filmên li ser karkeran çêkirine û hema bêje, di filmên xwe hemûyan de ev babetê nirxandiye. Wî bi filmên xwe gelek xelatên navneteweyî jî girtine û ji ber helwêstên xwe wek wijdanê sînemayê jî tê naskirin. Loach, herî dawî ji bo mafê karkeran, xelata rûmetê ya Festîvala Filman a Torînoyê red kir û xelat qebûl nekir. Loach got, “Nabe ku em li ser perdeyê hin tiştan bînin ziman û paşê jî li van tiştên em nîşan didin, xiyanetê bikin!”
Beriya niha jî di sala 2009’an de Loach, bi filma xwe yê “Looking for Eric” tevlî festîvala Melbourne ya li Awustralyayê bûbû û ji ber ku sponsorê festîvalê Îsraîl bû, filma xwe paşve vegerendibû û gotibû, “Di bin siya wan dewletan de ku şidetê diafirînin, huner çênabe. Divê huner ne ji bo şer û tinekirinê be, lê divê ji bo xizmeta aştî û mirovahiyê be. Divê Îsraîl polîtîkayên xwe yên Rojhilata Navîn di ber çavan re derbas bike.”
Divê mafê wan were misogerkirin
Ken Loach niha jî ji bo muzeya ku Festîvala Filman a Torînoyê li dar dixe, heman tiştî tîne ziman û dibêje, divê ew li mafê karkeran xwedî derkevin û li gel wan têkiliyan çêkin: “Divê muze bi karker û sendîkaya wan re têkiliyê deyne, karkerên ku ji kar hatine derxistin, divê ji nû ve vegerin karên xwe û mafê wan jî were misogerkirin. Her wiha divê muze karên xwe bi rêya îhaleyan nede kooperatîfên derve û bi erzanî karkeran nede şixulandin.”
Karkeran bi erzanî didin xebitandin
Loach tîne ziman ku wî ji bo xwe û xebatkarê filmên xwe xwestiye xelatê bigire, lê piştî bi vê meseleya karkeran hesiyaye mecbûr maye ku xelata rûmetê paşve vegerîne. Loach da zanîn ku ji bo sînemayê peywireke mezin ya festîvalan heye û festîvala Torînoyê jî ji bo sînemayê yek ji van festîvalan e. Ew di dewamê de wiha dibêjê, “Lê niha pirsgirêkeka giran heye, festîval hin xizmetên xwe bi rêya îhaleyan dide şirketên derve û karkeran bi erzanî dide xebitandin. Weke her car, dîsa xwestine heqdestekî hindik bidin karkeran. Her wiha hin kesên dixebitin jî ji kar derdixin û kesên dişixulin jî kêm dikin. Bi vî awayî kesên dixebitin hem kêmtir pere digirin û zêdetir dixebitin.”
Divê muze xwe berpirsyar bibîne
Ken Loach îşaret bi wê yekê dike ku li Ewrûpayê bi giştî rewşeke wiha heye, lê dîsa jî ev nayê wê maneyê ku ew ê vê yekê qebûl bikin û dengê xwe nekin. Li gorî wî ev helwêsta li hemberî karkeran di nav civakê de dibe sedema şer û aloziyan. Loach, dibêje, niha xebatên paqijî û ewlehiyê yên “Muzeya Sînemaya Neteweyî ya Torîno” dane kooperatîfa bi navê Rear û vê şirketê jî heqdestê karkeran birriye û pereyên wan kêm daye wan. Li hember vê nêzîkatiyê, karkeran jî nerazîbûn nîşan daye. Lê şirketê çavên wan tirsandiye, bi awayekî ne baş nêzî wan bûye û gelek karker jî ji kar derxistine. Yanî kesên ku ev yek qebûl nekirine ji karê xwe bûne û niha bê kar in. Loach dibêje, “Muze her çiqas bi îhaleyê karê xwe dabe şirketeke derve jî divê xwe li hember karkerên ku ji bo wan dixebitin, berprisyar hîs bike û xwedî li wan derkeve.”
Derhêner Ken Loach bi filma xwe “Bread and Rose” (Nan û Gul) bal biribû ser keda karkeran û ev mijar bi filmekê nirxandibû. Niha jî dibêje, “Piştî filmeke wiha, çawa ez berê xwe ji wan karkeran badim, ên ku mafên xwe dixwazin û dengê wan nebihîzim!?” Loach got, ne rast e ku fatureya aloziya aboriyê li karkeran were birrîn û nameya xwe ya parvekir wiha bi dawî kir, “Heger min ev xelat qebûl bikira û bi çend rexneyên piçûk piştguh bikira. ev yek dê bibûya durûtiya min. Nabe ku em li ser perdeyê hin tiştan bînin ziman û paşê jî li van tiştên em nîşan didin, xiyanetê bikin! Çawa ku di sînemayê de helwêsteke me heye, divê di meseleyên wiha de jî sekneke me hebe. Her çiqas ez xemgîn bibim jî ez mecbûr im vê xelatê paşve vegerînim.”
NAVENDA NÛÇEYAN