Berê Azadiya Welat niha Xwebûn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 24 Çile 2024 - 01:55

  • Rojnamevan Rohat Zeynel Bulut niha li rojnameya Xwebûnê dixebite, dibêje, ew bi ruhê çapemeniya azad, rêûresma Azadiya Welat didomîn. ew wiha peyivî: “Çi ji destên me bê wekî doh me kir, em îro jî dikin û em ê sibe jî bikin.” Wî xwest xelk jî li rojnameyên Kurdî xwedî derkeve.

HAVAR DERYA

Rojnameyên ku bi Kurdî li Tirkiye û Kurdistanê derdikevin gelek caran doz li wan têne vekirin û têne girtin. Her wiha xebatkarên rojnameyê jî têne girtin û hewl tê dayîn ku rojname dernekeve. Ev êrîşên li hemberê zimanê kurdî û xeta azadiyê ya kurdan her çiqas di weşanê de astengî derbixe jî, kurd dev ji xebata xwe bernadin. Bi armanca salvegera destpêkirina weşana rojnameya Azadiya Welat em bi edîtorê rojnameya “Xwebun”ê Rohat Zeynel Bulut re axivîn. Bulut diyar kir ku her çiqas dewletê bi israr xwest dawî li weşanên kurdî bîne jî, wan jî bi israr ev weşangeriya kurdî bi rojnameyên cuda ve domandin.

Rojnameyên Welat, Azadiya Welat û Xwebûn rojnameyên ku xwedî heman xeta weşangeriyê ne. Tu dikarî hinek behsa serpêhatiya rojnamegeriya Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê bikî?

Li Bakurê Kurdistanê yekanaya rojnameya xwerû kurdî dest bi weşanê kirî, Rojnama Welat bû. Yanî Rojnameya Welat 22’yê Sibata 1992’yan bi manşeta “Ji bo jiyaneke nû” dest bi weşana xwe kir û heftane bû. Piştî rojnameya Welat ku 115 hejmar derket, ji ber bi dehan dozên ku lê hatin vekirin û bi cezayên giran hat girtin. Vê carê rojnameya "Welatê Me" dest bi weşanê kir. Rojnameya "Welatê Me" jî encax dikarî bi derxistina 46 hejmaran xwe li piya bigirta. Bi girtina Welatê Me, 1996’an vê carê Rojnameya Azadiya Welat derket ser dikê û bû rojnameya herî demdirêj a weşanên kurdî. Rojnameya Azadiya Welat a ku heftane bû û gelek caran hat girtin, doz lê vebû, bi navên cuda weşanên xwe domand, di 15'ê Tebaxa 2006'an de dest bi weşana rojane kir. Bêguman piştî derbasî weşana rojane bû jî rastî gelek zext û cezayên dewlet û desthilatiya hukumetên Tirk hat. Weşana vê rojnameyê jî bi dorê yekem car 23.03.2007’an 20 roj, 7.10.2008’an 30 roj, 27.11.2008’an û 11.04.2009’an jî 30 roj hate rawestandin. Herî dawî jî 16’ê tebaxa 2016’an ligel bi dehan weşanên kurdî yên ragihandinê bi KHK’ê hat girtin. 

21’ê Çile salvegera destpêkirina weşana rojnameya Azadiya Welat bû. Tu dikarî sedema girtina rojnameyê binirxînî û piştî rojname hate girtin we çikir?

Dewleta Tirk û her desthilatiya ku vê dewletê bi rê ve dibe dijminatiya xwe ya li dijî gelê Kurd û hemû nirxên gelê Kurd  bi israr û bi biryar didomînin. Lê gelê Kurd û dozdarên têkoşîna azadiya gelê Kurd jî li dijî van polîtîkayên tinekirinê bi israr û bi biryar tevdigerin. Em jî di qada ragihandin û çapemeniyê de ku ji hemû armanc û kiryarên dewletê yên li ser gelê Kurd haydarin vê rewşê bi her awayî pêwîste em ji vî gelî ragihînin û nirxên vî gelî biparêzin. Lewma her çiqas dewletê bi israr xwest dawî li weşanên Kurdî bîne jî, me jî bi israr ev weşangeriya Kurdî bi rojnameyên cuda domand. 

Heke em rê û rêbazên ku me di rojnamegeriya kurdî de pêş xistiye bi rêz bikin; piştî girtina vê Rojnameya Azadiya Welat vê carê di 11’ê Mijdara 2016’an de rojnameya Rojeva Medya bi manşeta “Xezeba Firatê Mezin Dibe” dest bi weşanê kir. Rojnameya Rojeva Medya jî di 25’ê Tebaxa 2017’da bi KHK’ê hat girtin. Eynî rojê vê carê Rojnama Welat bi manşeta “Naşikê û Nakeve” dest bi weşanê kir. Rojnameya Welat jî heta 28’ê Adara 2018’an ev têkoşîna rojnamegeriya kurdî domand. Lê mixabin dewlet û desthilatî li dijî kurd û zimanê kurdî hatibû xezebek wiha ku hemû rê û rêbazên bêhiqûqî û bê ehleqî bi ser de dihat. Cara yekem 28’ê Adara 2018’an Çapxaneya Gunê ku Rojnameya Welat lê dihat çapkirin ji aliyê dewletê ve hatibû desteserkirin. Her wiha çapxaneya li Edeneyê jî dawî li çapkirina Rojnameya Welat anî. Ji ber zextên dewletê tu çapxaneyê jî nekarîn vê rojnameyê çap bikin û Rojnameya Welat neçar ma ku piştî derxistina 217 hejmaran dawî li weşana xwe bîne. (Ji xwe dewletê 8’ê Tîrmeha 2018’an jî bi awayekî fermî vê carê ev rojname girt.) Piştî Rojanameya Welat vê carê  25’ê Gulan a 2018’an bi manşeta “Kurdî Sînoran Nas Nake” bi awayekî dijîtal E-Rojnameyê dest bi weşanê kir. Herî dawî jî 21’ê Kanûn a 2019’an Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Heke Zimanê Te Erzan be…” derket ser dikê û ev rêûresma rojnamegeriya kurdî didomîne. 

Çapemeniya Kurdî ya azad tevî ewqas êrîşan çawa dikare xwe li ser lingan bihêle û bi kîjan armancê vê yekê dike?

Belê ji hiş û hişmendiyê bigire hemû jiyana mirovan a ku îro em dijîn li ser mîrateya bi hezaran salî ye. Her pêşketinek nû li ser rabuhirî, rêûresm û mîrateyekê tê avakirin. Em jî hem di warê ragihandinê de, hem jî di warê çapemenî û weşangeriyê de li ser mîrateyeke bi sedan salî xebatên xwe dikin. Bi taybetî ji Rojnameya Kurdistanê bigire heta Rojnameya Azadiya Welat û îro jî em bi Rojnameya Xwebûnê vê rêûresma rojnamegeriya kurdî didomînin. Navê me Kurdistan e, Welat e, yan jî Xwebûn e; ji derveyî vê tu cudahî di navbera me de tine ye. Armanc yek e, xebat û têkoşîn yek e û çavkaniya me jî yek e. Armanca rojnamegeriya kurdî duh çi bû, îro jî ew e. Di xizmeta civaka kurd de wekî duh û îro jî em ji bo parastina nasname, çand û zimanê kurdî xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomînin. 

Rojnameyên Kurdî tesîreke çawa li civaka Kurd dikin?

Bi taybetî li dijî polîtîkayên tinekirin û tinehesibandinê yên dewleta Tirk, ji Rojnameya Welat a ku sala 1992’an dest bi xebata xwe kir, heta Azadiya Welat û îro jî bi Rojnameya Xwebûnê ev rojnameya kurdî risteke girîng lîstiye. Lewre rojnameyên bi Kurdî derdiketin li Bakurê Kurdistanê ji bo civaka kurd wekî dibistanekê bû.  Bi sedan nivîskar, bi sedan mamoste, bi sedan dilxwazê ku dixwest kêm zêde bi zimanê xwe biaxive û bi zimanê xwe binivîse ji bo wan çavkanî û materyaleke xweperwerdekirinê bû. Gelek kes li ser vê rojnameyê bûn mamoste, bûn nivîskar. Bi hezkirina rojnameyê re pêşxistina ziman û parastina nasnameyê derket holê. Ev gelek girîng bû û me jî ev rêûresm bi Rojnameya Xwebûnê domand. Di aliyê parastina ziman, çand û nasnameyê de jî em hewil didin vê rista xwe ya sereke bilîzin. 

Gelo xelk li rojnameyê xwedî derdikeve?

Rojnameya Xwebûnê, tenê li Bakurê Kurdistanê tê çapkirin û belavkirin lê bi malper û tora xwe ya dijîtal li tevahiya cîhanê xwe digihîne her Kurdî. Ev jî tê wê wateyê ku tesîreke mezin li civaka Kurd dike. Yanî her kesê ku bixweze xwe bigihîne vê rojnameyê dikare gelekî bi hêsanî xwe bigihînê. Di encamê de ev rojnameya gelê Kurd e û xwedîderkitina li vê rojnameyê bi taybetî em rêjeya wê ya li ser dijîtalê dibînin. Her wiha ji peyam û nirxandinên ku ji me re tên jî diyar e xelk lê xwedî derdikeve û em jî bi vê yekê kêfxweş dibin. 

Li Tirkiye û Kurdistanê gelek rojnameyên ku ji xwe re dibêjin ew dijberî desthelatê ne jî hene lê dewlet weke ku êrîş dibe ser rojnameya Xwebûnê nabe ser van rojnameyên din. Sedema vê yekê çiye?

Li Tirkiyeyê gelek rojname hene ku weşanê dikin. Her wiha li Bakurê Kurdistanê jî gelek rojnameyên herêmî hene. Hemû rojnameyên ku weşanê dikin li ser xet û polîtîkayek alîgir in. Hin ji wan li ser xeteke nijadperst, hin ji wan li ser xeteke netewperest, hin ji wan li ser xeteke lîberal, hin ji wan li ser xeteke muhafazekar a olî û hin ji wan jî li ser xeteke di çarçoveya berjewendiyên xwe de tev digerin. Lê belê yek ji wan jî li pêşberî pirsgirêka kurd hesasiyetê nîşan nade. Mînak rojane gelê kurd bi komkujiyan re rû bi rû dimîne, tê kuştin, girtin, hemû nirxên gelê kurd têne binpêkirin, tê tunekirin, çand, ziman, nasname û li ser kurd û kurdewariyê polîtîkayek zirav, dijwar û berbiçav tê meşandin, lê belê yek ji van rojnameyena nabîne. Ya rast mirov dema pîvanê rojnamegerî û weşangeriyê dinirxîne dibîne ku ew rojneme û rojnameger çiqasî dûrî pîvanên rojnamegerî û weşangeriyên e. Bi wan re ne pîvan heye ne jî exlaq. Lewre jî em xwe bi wan re nikarin qiyas bikin. Çimkî xet û armanceke me heye, ew jî li ser bingeha parastina berjewendiyên gel û civakê ye. Di heman demê de xeta me ya azadîxwaz, wekhev û xwezaparêz heye. Lewma em û ew nabin yek. Ji ber vê yekê dewlet ewqas bi hovane bi ser me ve tê, me digire, weşanên me digire, cezayên giran li me dibire. 

Ji bo çi divê civak Xwebûnê bixwîne?

Belê dewlet û desthilatê her xwest gelê Kurd, çand û zimanê Kurdî tine bike.  Xwest hebûna xwe li ser tinebûna gelê Kurd ava bike. Bi her awayî êrîş bir ser hemû nirxên gelê Kurd. Armanc kir ku li ser navê Kurd û Kurdistanê tiştekî li holê nehêle, yan tine bike yan jî bike Tirk. Lê belê ji dîrokê heta niha gelê Kurd, welatparêz û kurdperwerên hêja li dijî van hewildanên dewlêtê li ber xwe dan, têkoşiyan. Wekî em dizanin bi derketina Tevgera Azadiya Kurd ve rewş veguherî qonaxeke din. Bi taybetî zêdetirî 40 salên dawî ye ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li aliyekî li dijî êrîşên dewleta Tirk têdikoşe, li aliyê din jî hem nirxên civakê diparêze û pêş de dibe. Em jî bi vê bîr û baweriyê, bi vê hiş û hişmendiyê û bi vê tigihiştinê hewil didin ku di qada ragihandinê de bibin parçeyekî vê têkoşîna azadiya gelê kurd a ku didome. Lewma divê civaka kurd jî bi şopandin, xwendin û xwedîderketina li rojnameya xwe (duh Azadiya Welat, îro Xwebûn) hay ji têkoşîna azadiya neteweyî hebe û vê têkoşînê geş bike. Emê bi hev re bi ser bikevin. Wekî rojnamegerekî kurd bêyî ku bifikirim bi hêsanî dikarim bêjim ku xema me azadiya gelê kurd e. Ji bo wê jî çi ji destên me bê wekî duh me kir, em îro jî dikin û em ê sibe jî bikin. Bi vê çarçoveyê divê gelê me jî wekî duh îro jî li vê rêûresma rojnamegeriya Kurdî xwedî derbikeve ku sibê bi hêzdarî bikaribe rist û peywira xwe bi cih bîne. Bi vê mabestê ez silav û hezkirinên xwe pêşkêşî gelê Kurd û xwende, şopdarên hêja dikim û dibêjim li Xwebûn û hebûna xwe xwedî derbikevin, dê azadî û serfirazî bibe para gelê Kurd. Ji bo we hempîşeyên hêja jî gelekî spas dikim ku we careke din em birin dîrokê û em anîm vê rojê û dengê me ji gelê me re ragihand. 

 

Li ser Rohat Zeynel Bulut

Ez Rohat Zeynel Bulut. Ji 2004’an û vir ve di nav xebatên têkoşîna azadiyê de bi awayekî çalak dixebitim. Di vê têkoşîna xwe de navbera 2009-2012 û navbera salên 2016 û 2017, herî dawî jî navbera sala 2022 û 2023’yan  ji ber xebatên xwe hatim girtin û di zindanê de razam.  Di vê têkoşînê de (12 salên dawî) di qada çapemeniyê de min xebat kir. Bi dorê di rojnameya Azadiya Welat, Rojeva Medya, Welat, e-rojname û Xwebûnê de min edîtorî kir. Li gel vê bernameyên podcast û derbarê dîrokê de bernameyên dîtbarî yên Dîroka Kurdistanê min çê kirin û vê xebata xwe hêj didomînim. Her wiha di Gun Radyoyê de bi qasî salekê min bername çêkir û ji bo Stêrk Tv jî  navbera 2018 û 2022’yan min û du hevalên xwe yên din me bernameya bi navê Çavdêrî çê kir. Niha jî di Rojaname Xwebûnê de hem edîtoriyê dikim, hem jî dinivîsim û xebatên dîtbarî yên bernameya Dîroka Kurdistanê pêş dixim.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.