Filmê Berbû yê bi derhêneriya Sevînaz Evdikê, di festîvala filman a navneteweyî ya Îrlandî "Galway Film Fleadh" de hat nîşandan.

Ev filmê pêşî yê metraj dirêj ê Sevînaz Evdikê bû. Berbûya ku ji bo nîşandanê hatibû neqandin, şemiyê êvarê li festîvalê hat nîşandan. 

Film berê xwe dide sê jinên ciwan ên Kurd: Gulê, Barîn û Nazê. Her sê jinên ciwan ên li Serêkaniyê jî daweta xwe ya di xeyala xwe de plan dikin. Lê gava ku dagirkerên Tirk bombeyên pêşî diavêjin bajêr, hem çarenûsa wan û hem jî xewnên wan diguherin. Tesîra şerî ya li ser van jinan û jiyana wan a rojane di vî filmê bi hesyariyê barkirî de bi awayekî xuya tê darîçavkirin. 

Ev film jî berhemek ji berhemên Komîna Film a Rojava ye. Film wê gera xwe ya li Îrlandayê dewam jî bike: 7´ê Tebaxê ew ê li festîvala bi navê West Belfast Feile bê nîşandan.

 

Çavkaniya filmî Serêkaniyê ye

Sevînaz Evdikê bi xwe jî ji Serêkaniyêye, yanî serpêhatiya filmê wê ne dûrî wê ye. Ew du caran neçar ma ji Serêkaniyê penaber bibe: carekê gava çeteyên El-Qaîdeyê û yên din ên ku paşê wî bibûna DAIŞ bajar dagir kirin û cara din jî gava dewleta Tirk Îlona 2019´an bajar dagirkirin. Ew mala xwe diterikîne cara pêşî, lê bav û birayên wê dimînin: "Ez pênc salan ji bajarê xwe dûr ketim. Lê bav û birayê min li wir man, qebûl nekirin mala me biterikînin. Pênc salan me ti xeber ji wan wernegirt."

Piştî bi pênc salan ew vedigerin, mala xwe ji nû ve ava dikin, lê vê carê jî dagirkeriya dewleta Tirk dike ku ew careke din penaber bibin: "Em ji warên me kirin û em ji ber dagirkeriyê nikarin vegerin. Em li welatê xwe bi xwe penaber in."

Gelek tiştên ku kite bi kite tên vegotion ên di filmê Berbû de ji rastiya Serêkaniyê hatine wergirtin. Ji ber wê mirin, jicihûwarbûn di filmî de li kêleka têkoşîn û berxwedanê hene. 

NAVENDA NÛÇEYAN