‘Berbû’ li dijî dagirkeriyê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 23 Îlon 2020 - 23:00

  • “Wekî hunermend û derhêner, armanca me bi vê filmê ew e ku em rastiya li Serêkaniyê nîşanî tevahî cîhanê bidin.”

ÎSAM ABDULLAH/NEJBÎR OSMAN
ANHA/QAMIŞLO

 

Filma ‘Berbû’ li ser jiyana li Serêkaniyê ya berî û piştî dagirkeriya dewleta Tirk e. Komîna Film a Rojava bi hevkariya Navenda Dîcle ya Çand û Huner a Dêrikê girtina dîmenên filmê bi dawî kir. Film nexasim li ser azarên xelkê Serêkaniyê û Girê Spî û sûcên li dijî mirovahiyê di dema topbarana dewleta Tirk de ye.
Di demên dawîn de, nexasim bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re sînemaya kurdî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavên serketî avêtin. Jinên herêmê xwedî mohreke taybet di wê bipêşketinê de ne.
Tîma filmê ji destpêka Nîsanê ve dest bi nivîsandina senaryoyê û perwerdekirina aktrîst û aktoran kir û destpêka Tîrmehê dest bi girtina dîmenên filmê kir. Tê payîn ku di vê hefteyê de girtina dîmenên filmê bi dawî bibe û girtina dîmenên li taxên bajarê Dêrikê dewam bike.

Dîmen li Dêrikê tên girtin

Filma ‘Berbû’ li ser jiyana 3 jinan e. Hem berê xwe dide jiyana wan aberiya dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Serêkaniyê û Girê Spî û hem jî piştî dagirkeriya qirker.
Bûyerên di filmê de li ser hêvî û xewnên gelek jinan in. Hinek ji wan jinan li ber zewacê ne, hinek jin ducanî ne û li bendê ne zarokek ji wan re bibe. Lê belê artêşa Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî herêmê re xewn û hêviyên wan bi dawî kirin. Dîmenên Filmê li taxa Cûdî ya bajarê Dêrikê hatin girtin.

Ji bo nîşanî tevahiya cihanê bidin

Di dema amadekirin û girtina dîmenên filmê de li taxa Cûdî ya Dêrikê, em derhênera filmê û endama Komîna Film a Rojava, Safînaz Evdikê re peyivîn. Safînaz ji bajarê Serêkaniyê ye û beşa sînemayê li Peymangeha Cegerxwîn a Amedê xwendiye. Safînaz got, “Armanca amadekirina vê filmê, diyarkirina rewşa Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ya berî û piştî êrişan e.”
Safînaz li ser mijara filmê wiha dewam kir: “Gelek dayik li bendê bûn ku zarokên xwe bizewicînin, hinek ji wan ducanî bûn. Ciwanan jî amadekariya sala nû ya xwendinê dikir. Lê belê piştî dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên li Serêkaniyê, jiyan û tevger rawestiya.”
Safînaz di dawiyê de got, “Wekî hunermend û derhêner, armanca me bi vê filmê ew e ku em rastiya li Serêkaniyê nîşanî cîhanê bidin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.