Berbang nêzî me ye

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 01:36

ESRA SOLÎN DAL / MA/STENBOL

Hunermend Genim ji bo konsera 30 saliya NÇM’ê bang kir: “Em bi hêvî û coşa ku ronahiya ewil a berbangê li mirovan peyda dike, em ji bo konserê gazî gelê xwe dikin.” 

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ku di 27’ê Îlona 1991’ê de hat avakirina, 30 sal in bênavber xebatên xwe didomîne. NÇM 16’ê Cotmehê bi boneya 30 saliya xwe konserekê li dar dixe. Konser bi dirûşmeya “berbang” saet di navbera 18.00-24.00’an de li Navenda Çandê ya Bostanciyê tê lidarxistin. 

Solîstê Koma Çiya Genim, derbarê xebatên NÇM’ê û konserê de axivî.  

Kelepora NÇM´ê 

Genim dibêje, di pêvajoya dawî de piştî komeleyên girêdayî wan ên li bajarên din hatine girtin, berpirsiyariya wan zêde bûye: “NÇM, di warê arşîva çand û hunera Kurdî de xwedî keleporeke girîng e. Gava mirov di vê çarçoveyê de lê binihêre, dê bibîne ku NÇM´ê hevkariyeke mezin li çanda Kurdî kiriye û xwediyê mîrateyeke hunerî ya mezin e.” 

Genim, bi bîr dixe ku NÇM wê heyama ku gelek Kurd ji bajarên xwe koç dikirin, hatiye avakirin û ji bo vê jî got, “NÇM, di demekê de ku bişavtin pirr zêde bû hat avakirin. 30 sal in heye. Di warê çand û hunerê Kurdî de xwedî cihekî girîng e. Gel, heta niha me çi çalakî kiribin, xwedî li wan derketiye. Gelê me wê bi awayekî xurt xwedî li vê şahiya me jî derkeve.” 
 
Rizgariya gelê me pirr nêz e 

Genim, balê dibe ser dirûşmeya konserê jî û dibêje, “Berbang, tê wateya ragihandina rizgarî, hêvî û hunerî ji bo siberojê. Li gorî me jî, berbang nêzî me ye. Em yeqîn dikin ku rizgariya gelê me pirr nêz e. Lewma me dirûşmeya xwe wekî ‘Berbang’ diyar kir. Em bi hêvî û coşa ku ronahiya ewil a berbangê li mirovan peyda dike, em ji bo konserê gazî gelê xwe dikin.”
 
Kî di konserê de heye?

Di konserê de hunermend Xêro Abbas, Gulseven Medar, Mikaîl Aslan, Koma Jinên Sûrê, Ferit Elalmiş, Engîn Cengîz, Denîz Esmer, Genim, Weysî Ermîş, Nûray Baliktir, Ûgûr Can, Nûrcan Degîrmencî, Rûken Yilmaz, Umît Ûçar, Mervan Tan, Nûrhak Kilagoz û Talat Yeşîl derdikevin ser dikê. Her wihaç Koma Folklorê ya Jinan a Sulfê, Koma MA Muzîk û Hinek Henek jî bi lîstik û stranên xwe li ser dikê bin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.