Wêjegeh Amed bi hevkariya “Jokkmook’tan Tjállegoahte – Författarcentrumê” ku saziyeke Swedî ye, projeyeke bi navê “Belongings” bi rê ve dibe. Belongings projeyeke wêjeyî ya guherînê ye û li ser hevkariya zimanê Kurdî û Samî hatiye avakirin. 

Wêjegeh Amed ji bo nivîsakaran bangewaziyeke eşkere kir û got, projeya “Belongings” li benda beşdarên xwe ye. 

Wêjegeh Amed di bangeweziya xwe de dibêje, “Wêjegeh Amed, wêjegehek e ku li ser avakirina civakeke ji wêdetirê sînoran hûr dibe û tê dixebite ji bo Wêjeya Kurdî û pircureyîya derbiranên çandî, biwareke bervekirî ava bike, Tjállegoahte – Författarcentrum jî wêjegehek e li Skandînavyaya Bakur û li ser çand û wêjeya Samîyan hûr dibe. Belongings li xwe dike armanc ku dengên jîngehên van her du wêjegehan, bi çalakîyan bîne ba hev ku wê di wêdeya sînoran de bên kirin. Aborîya projeyê, ji alî Serbalyozxaneya Swêdê ya Stenbolê û Konseya Çandî ya Swêdê ve tê dabînkirin.”

Proje li benda miracaetên beşdaran e ku di cureyên wekî roman, çîrok, hêçane, helbest, lîstika şanoyê, senaryo, nûçe û hwd. de berheman diafirînin û wekî çalakîyên projeyê; wê di payîza sala 2021’ê de xebatên atolyeyî yên dîjîtal bên kirin û wê di bihara sala 2022’yan de jî li dorhêla Amed û bakurê Swêdê du gerûgeşt bên lidarxistin. 

5 nivîskarên Kurd 5 jî yên Samî

Wêjegeh Amed di metna xwe ya bangewaziyê de got, di dawiya miracaetan de pênc nivîskarên Kurd û pênc nivîskarên Samî wê bên hilbijartin û wiha pê de çû: “Ew ê pênc nivîskarên Kurd û pênc nivîskarên Samî bên hilbijartin û ew ê beşdarî şeş atolyeyên dîjîtal û du gerûgeştên çandî bibin. Nivîskar, ji serî heta dawîya bernameyê, hemû hevkartêkîyên ku li wan bûne, hestên xwe yên ku bi wan re çêbûne û tiştên ku ji gerûgeşt û çalakîyan mane ji wan re, wê wekî rojnivîskê binivîsin. Di dawîya gerûgeştan de yên ku wê di bihara sala 2022’yan de bên kirin, rojnivîskên nivîskaran wê wekî hêçane werin komkirin û bi sê zimanan, bi Kurdî, bi Îngilîzî û bi Samîkî di weşînekeke bi navê ‘Belongings’ de bên belavkirin. Çalakîyên danasînê yên pirtûkê, ji bo ku hayjêbûn û baldarîyên li ser hilberandinên wêjeyî zêdetir bibin û ev çalakî bibe sedema avabûna civakên xurt ên pirçandî, wê bi beşdarîya nivîskaran di payîza sala 2022’yan de li dar bikevin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN