Bella Tarr ‘xelata rûmetê’ werdigire

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Cotmeh 2023 - 00:30

Akademiya Xelatên Filman a Ewrûpa ku cara 36’an tê lidarxistin “Xelata Rûmetê” ya îsal da derhênerê Macarî Bela Tarr. Her wiha ew weke sorokê akademiyê jî hate hilbijartin. 

Bella Tar herî zêde bi filmên xwe yên weke “Tangoya Şeytên” û “Hespê Torîno” tê naskirin. Akademiya Filman a Ewrûpa da zanîn ku wan bi vê hincetê “Xelata Rûmetê” daye Bella Tar; ew derhênerekî bêhempa ye û xwedî dengekî bi hêz ê polîtîk e. 

Bela Tarr beriya niha jî xelata herî bi prestîj ya Mecaristanê ya bi navê “Xelata Kossuth” jî wergirtibû û di heman demê de ew xwediyê “Xelata Balazs Bela” ye jî ku ev xelat jî di warê sînemayê de xelateke girîng e. 

Di nav 36 salan de akademiyê heta niha xelat dane derhênerên weke Manoel de Oliveira, Andrzej Wajda û Costa-Gavras jî.

Bella Tarr wê di 9’ê Berfanbara 2023’an de li Berlînê be da ku “Xelata Rûmetê” werbigire.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.