- Hêza: Her wiha ev belgefilm weke belgeya fermanê ye ku dinya hemû zanibe fermanek li civaka me rabûye. Ev rastiya ku dixwazin veşêrin bi riya vê belgefilmê dê eşkere bibe. Lewma ev belge ye ku hemû dewlet fermana li ser me weke jenosîd qebûl bikin.
SITÎ ROJ/JÎNHA/ŞENGAL
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê êrişeke qirkirinê bire ser civaka Êzîdî; ev fermaneke hovane bû li Êzîdiyên Şengalê hat rakirin. Bi hezaran zilam, kal û pîr hatin kuştin û bi hezaran jin û zarok hatin revandin. Di serfermanê re 8 sal derbas bûn. Hingê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û nexasim jî Hezên Parastina Gel (HPG) bi hezaran jin û zarok, kal û pîr ji fermanê rizgar kirin. Di nava 8 salên bihurî de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi hezaran jin û zarok ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Yek ji wan jî “Hêza” ye ku bi kîn û nefreta xwe, piştî rizgarbûnê çeka xwe danî ser milên xwe û li hemberî DAIŞ’ê ji bo hilanîna tola bi hezaran jinên Êzîdî, şer kir.
Hêzayê sedema fermanê, tiştên ku DAIŞ’ê anîne serê wê, hewldanên piştî fermanê yên ji bo girtina ser qirêjiyan û berovajîkirina rastiyan, dîtin. Bi rêya belgefilma Hêza ya ku bi derhêneriya Derya Denîz hat çêkirin, Hêzayê xwest rastî bê parastin û ev jî bibe belgeya fermanê. Heta niha belgefîilma Hêza, 9 xelat girtine û weke yekê ji belgefilmên herî baş tê dîtin. Belgefilma Hêza rastiya bi êş û hovane ya hatî serê jinên Êzîdî, vedibêje. Ew her wiha têkoşîn û berxwedana jinên Êzîdî ji bo tolhildanê jî bi wêrekî vedibêje.
Ji bo naskirina Hêzayê, hest û nêrînên wê yên piştî girtina 9 xelatên belgefilmê, me hevpeyvîneke taybet bi fermandara Yekîneyên Jinên Êzîdî (YJŞ) Hêza Şengalî re çêkir.
Xiyaneta PDK’ê û Iraqê
Hêza bi xwe ji gundê Digurê ye, ji eşîra Qîraniyan e. Ew 10 xwişk û bira bûne. Weke civaka Êzîdî hemûyî, malbata Hêzayê jî para xwe ji êşa fermanê girtiye. Hêzayê destpêkê qala xiyaneta PDK’ê kir û got, “Ev ferman di şexsê jinên Êzîdî de pêk hatibû û êşkence li jinên Êzîdî hat kirin. Ez jî yek ji wan jinan im ku ketim ber fermanê û ketibûm destê DAIŞ’ê. Ev ferman bi xiyanetekê pêk hat, serkêşa vê xiyanetê jî PDK ye her wiha hikûmeta Iraqê jî hevparê wê ye. Di encama wê de malbata min hemû ketibû destê DAIŞ’ê. Tişta ku hate serê me ne mêjî ne jî wijdanê mirov dikare qebûl bike.”
Ji bo tolhildanê rahişt çekê
Hêzên QSD´ê wê rizgar dikin: “Ez bi desteka hêzên QSD’ê rizgar bûm. Dema YJŞ ji bo tolhildana jinên Êzîdî hat avakirin, min bê dudilî berê xwe da nava têkoşînê û rahişt çekê. Ji bo ku ez karibim tola bi hezaran jin, dayik û zarokên Êzîdxanê hildim, min rahişt çekê. Rast e, ez rizgar bûm, lê bi sedan jin hene hê jî di destên DAIŞ’ê de ne, vê yekê hişt ku ez hîn xurttir bikevim nava têkoşînê; lewma ez weke fermandara YJŞ’ê tevli hemleya rizgarkirina Reqayê bûm. Dîsa vegera li Reqayê û li heman bajarê ku min gelek êş lê kişandin, gaveke zehmet bû. Hêzeke mezin jê re diviya, ev hêz jî min ji YJŞ’ê girt. Dema tu bi hêz û îrade bî, ne weke tu hatî revandin û bêçare dimînî, tu bi rext û çek diçî bajêr, tu dikarî xwe biparêzî, tu dizanî tu ne bêçare yî. Bi çeka di destê xwe de tu parastina xwe û civaka xwe dikî.”
Eşkerekirina rastiya fermanê ew xurttir kir
Der barê biryara vegotina jiyana xwe û rastiya qewimî bi rêya belgefîlmê de Hêzayê got, “Qalkirina kêliyên bi êş ên ku hatin serê me, gelekî zehmet bû, lê armanca min ew bû ku ez rastiya tiştên qewimîne nîşan bidim. Vê yekê jî hêz da min û hişt ku ez van zehmetiyan hemû li pey xwe bihêlim û li ser navê jinên Êzîdî, tişta hat serê me û me hîs kir, bi raya giştî re parve bikim. Me ev belgefilm li ser bûyerên li Şengalê heta bi Reqayê kişand. Zehmetiyên wê gelek bûn. Lê dema min ji xwe re digot, ez ê vê rastiyê eşkere bikim, vê yekê dihişt ku kîna min li hemberî dijmin zêdetir bibe û hêza min xurtir bibe.”
Hêza 3 caran çûye Reqayê: “3 caran ez çûm bajarê Reqayê, cara yekê ez di destê DAIŞ’ê de dîlgirtî û bêçare bûm, min nikaribû serê xwe rakim. Lê cara duyemîn ji bo ez tola xwe û jinên Êzîdî hemûyan hilînim bi çek û rext çûm bajarê Reqayê. Cara sêyemîn jî ji bo ez behsa rastiyan hemûyan bikim û ji raya giştî re ragihînim çûm.”
Ferman ne tenê li dijî Koço bû
Hêza di dewamê de ji bo armanca xwe ya qebûlkirina çêkirina belgefilmê got, “Belgefilmê gelek xelat girtin. Lê armanca vê belgefilmê ne girtina xelatan e, armanc nîşandana rastiyê ye da ku her kes bi taybetî jî jinên cîhanê zanibin ka weke jinên Êzîdî çi hate serê me. Her wiha ev belgefilm weke belgeya fermanê ye da ku dinya zanibe fermanek li civaka me rabûye. Ev rastiya ku dixwazin veşêrin, bi rêya vê belgefilmê dê eşkere bibe. Lewma, ev belge ye da ku dewlet hemû fermana li dijî me weke jenosîd qebûl bikin.”
Hêzayê di dawiyê de bal bire ser lîstikên PDK’ê yên li ser jin û keçên Êzîdî û civaka Êzîdî: “Jinên Êzîdî hemû divê rastiya civaka xwe nîşan bidin. Dema Nadiya Murad qala fermanê dike, tenê bi Koçoyê sînordar dike, ev êşeke ji civakê hemûyî re ye, ev helwêst her wiha civakê ji hev vediqetîne. Ferman ne tenê li Koçoyê bû, li dijî civaka me ya Êzîdî bû. Nadiya Murad rast e keçeke Êzîdî ye, lazim bû ji bo civaka xwe hemûyî kar û xebatê bike, lê mixabin ket bin bandora PDK’ê ya ku bi destên wê ferman li ser civaka me rabûbû. Ev têrker nebû bi destê PDK’ê Nadiya Murad di salvegera Koçoyê de zewicî. Bêguman ev normalkirina fermanê ye. Her wiha ji lîstikên PDK’ê ye ku dixwaze ser kêmasiyên xwe bigire.”