Festîvala belgefilman ya bi navê “Documentarîst” ku her sal li Stenbolê tê lidarxistin îsal jî dê cara 16’an were lidarxistin. Festîval dê 10’ê Hezîranê dest pê bike û 15’ê Hezîranê jî bi dawî bibe. Di bernameya festîvalê de belgefilmên ji Tirkiye, Kurdistan û her wiha dinyayê hene.
Di bernameya îsal a festîvalê de çend belgefimên ku li Kurdistanê hatine çêkirin jî hene. Her wiha belgefilma bi navê “Wergerandina Ulyssesê” ya Aylin Kuryel û Firat Yucel jî dê were nîşandan. Belgefilm ji bo 100 saliya weşandina pirtûka James Joyce ya “Ulysses” hatiye hazirkirin. Helbestvanê Kurd Kawa Nemir jî ku demek dirêj bû bi wergerandina pirtûkê daketibû, herî dawî îsal wergera Kurmancî ya pirtûkê bi dawî kir û pirtûk ji Weşanxaneya Avestayê derçû. Her du derhêner di belgefilmê de dane pey serpêhatiya Kawa Nemir ya wergerandina pirtûkê.
Wekî din jî filmên ku dê li Documentarîstê werin nîşan dan ev in; Dengê Radyoya Rewanê li ku ye? (Mustafa Orman), Di valahiyê de (Somnur Vardar), Herkes Topraga Gomulur Ben Suya (Fethullah Çelik), Koçer (Selim Alan), Rec (Rêzan Mîr Ugurlu).
Belgefilmên îsal ên festîvala Documentarîstê dê li Institut Français, Metrohan, Aynali Geçit, Cadde Bostan Kultur Merkezi û Muze Gazhaneyê werin nîşandan.
STENBOL