Li bajarê Qamişloyê, belgefilmek li ser Orkêstraya Rojava, provayên wê, perwerdeyên muzîkê û endamên wê yên zarok hat nîşandan.
Belgefilma bi derhêneriya Dilîcan Osman Hiso, bi beşdariya endamên Orkêstraya Rojava ya Zarokan, kesayetên rewşenbîr û hunerî, li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo hate nîşandan.
Nefel Productionê Belgefilm çêkir; film 56 deqeyan dikişîne û behsa Akademiya Orkêstraya Rojava û perwerdeyên wê û endamên wê yên zarok ên perwerdekirî û cûreyên provayên wan, dike.
Belgefilm her wiha balê dikişîne ser zarokên ku ji bajarên dagirkirî yên wek Serêkaniyê û Efrînê koçber bûne û amûrên xwe yên muzîkê li şûn xwe hiştine.
Di dawiya nîşandana belgefilmê de derhêner Dilîcan Osman Hiso ji aliyê endama rêveber a Orkêstraya Rojava Firyal Colîn ve hat xelatkirin, ku wî jî xelata xwe diyarî ruhê bavê xwe yê hunermend Osman Hiso kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Akademiya Orkêstraya Rojava, sala 2016’an li bajarê Qamişloyê hat damezirandin û tê de bi dehan zarokên 7 heta 17 salî perwerde dibin li ser amûrên cûrbecûr ên muzîkê.
ANHA/QAMIŞLO