Belgefilma Waşûkanî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 3 Tebax 2021 - 03:29

  • “Bajarê Serêkaniyê bi navê Waşûkanî tê naskirin lewma jî min xwest navê belgefilmê bikim Waşûkanî. Belgefilm bi giştî 25 deqe ye.”

 

Navenda Şopdarên Rojê ya çandê, her car ji bo belgekirina rewşa ku gelên Bakur û Rohjhilatê Sûriyeyê, belgefilman amade dike. Bi dirûşma “Dijminê bav û kalan name dostê lawan” navenda Şopdarên Rojê ya çandê ji destpêka sala 2021’ê de amadekariya belgefilma bi navê “Waşûkanî” dike. Armanca sereke belgefilmê ew e ku rastiya heyî, berxwedanî û zehmetiyên ku gelê Serêkaniyê dijî ji bo tevahî cîhanê were nîşandan. Her wiha belgefîlm îro li navenda çand û hunera Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişlo Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê pêşkêşkirin. Endama navenda Şopdarên Rojê ya çandê Êvlîn Elî ku derhêneriya belgefilmê kiriye, derbarê amadekariya belgefilma Waşûkanî de axivî.

Waşûkanî navê kevn ê Serêkaniyê ye

Êvlîn pêşî behsa amadekarî, kişandin û naveroka belgefilma Waşûkanî dike:“Beriya çend rojan me reklama belgefilma Waşûkanî weşand û amadekariya belgefilmê ji destpêka sala 2021’ê ve hat kirin. Her wiha di meha Adarê de me dest bi kişandina wê kir. Kişandina belgefilmê bêhtir di nava kampa koçberan a şêniyên Serêkaniyê de li bajarê Hesekê bû. Belgefilm behs dike  berxwedaniya şêniyên Serêkaniyê, zehmetiyên ku di nava êrîşan de kişandin û niha dijîn. Me hemû kêliyên êrîşa hovana li ser bajarê Serêkaniyê û komkujiyên derheqê gel de pêk hatine di vê belgefilmê de derxistiye pêş. Bi giştî jiyana şêniyên Serêkaniyê berî û piştî êrîş û dagirkeriyê me nîşan daye. Her kes dizane ku bajarê Serêkaniyê bi navê Waşûkanî tê naskirin her wiha dîroka Waşûkanî bi Mîtaniyan tê nasîn lewma jî min xwest navê belgefilmê bikim Waşûkanî. Belgefilm bi giştî 25 deqe ye.”

Ev yekemîn belgefilm e ku Êvlîn Elî derhêneriya wê dike. Êvlîn Elî dibêje, heya jê hat wê xwestiye bi riya vê belgefilmê, rastiya hovîtiya dijmin bike û wiha pê de diçe: ‘’Her wiha min xwest girêdana gel bi axê re û têkoşîna wan li dijî dagirkeriyê derxim pêş. Di belgefilmê de beşeke taybet ji bo derxistina berxwedana parêzvanên axê jî min veqetandiye. Ev nêzî 2 salan e ku bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Bajarê Serêkaniyê bi komployekê navdewletî û siyaseteke qirêj hat dagirkirin. Amadekirina belgefîlmeke bi vî rengî ne hesan e, di aliyê kişandinê de û belgekirina kiryarên ku li wir qewimîn, min gelek zehmetî kişandin. Lê bi alîkariya koma kişandinê, montêr û têkiliyên giştî me ev zehmetî derbas kirin û belgefîlma xwe bi awayekî xweş amade kir.

 Her tim ji bo em rastiyan bidin nîşandan, em ê bi van erkan rabin û bi riya belgefilman pêşkêşî civaka xwe bikin. Her wiha mijarên ku dengê me bigihîjînin derve û ji bo her kes rewşa em niha dijîn bibîne, planên me yên bi vî rengî ji bo demên pêş hene.”

ROJDA SEYIDXAN - JINHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.