Filma derhênerê Kurd Hogir Hirorî li “Festîvala Belgefilman a Tel Avîvê ya Navneteweyî” hate xelatkirin. Navê festîvalê "Docaviv" e bi kurtî û filma herî baş dibe namzet ji Oscarê re jî.

Festîvala Tel Avîvê ya Belgefilman her sal tê lidar xistin û yek ji festîvalên herî mezin yên Îsraîlê ye. Her wiha ev festîval di warê belgefilman de jî festîvaleke bi nirx e û gelek sînemavan vê festîvalê ji nêz ve dişopînin. Derhênerê Kurd Hogir Hirorî, bi belgefilma xwe “Sabaya” xelata belgefilma herî baş wergirt.
Belgefilma “Sabaya” berê jî beşdarî festîvalên “Sundance” , “Hong Kong” û gelekên din jî bûbû û xelat wergirtibûn.

Hogir Hirorî bi belgefilma “Sabaya” behsa rizgarkirina jinên Êzîdî yên di deste DAIŞ’ê de dike. 

NAVENDA NÛÇEYAN