Kitêba helbestê ya bi navê Bejna Zirav a Azad Josef Erdem, ji Weşanên Sîtavê derket.

Di kitêba 96 rûpelî de 52 helbest hene. Nivîskarê ji Barmana Stewrê ji sala 1983´yan ve li Swêdê dimîne. Di kitêba wê de rojnamevanê Swêdî Lennart Berggren pêşgotinek nivîsiye û dibêje, “Helbestên Josef xweş, bêhempa û bi heyecan in…” Em jî dikarin bibêjin, zimanê wî sivik e, Kurmanciyeke rehet û serbet e. Axir hestên helbestan ên xerîbiyê ne û gava wî ev kiriye jî ziman neêşandiye. Di van helbestên xerîbiyê de behsa bibîranînên jiyana hevbeş a miletên Kurdistanê jî dike. Ji salên 1970´yî heta bi salên di hezarî helbestên wî nivîsandî, di kitêbê de cih digirin.

NAVENDA NÛÇEYAN