- Hunermendê Ingilîz, Seb Lester ji gelek rê û rêbazên hunerî yên çandên cîhanê sûdê werdigire û bi vê îlhamê destxetên xweşik, karê xetkêşiyê dike.
Hunermendê Ingilîz, Seb Lester ji gelek rê û rêbazên hunerî yên çandên cîhanê sûdê werdigire û bi vê îlhamê destxetên xweşik, karê xetkêşiyê dike. Jixwe, ew ji mêj ve ye bi karê paknivisîyê re mijûl e. Xebata wî ya nû a bi navê “Butterfly”
(Perperîk) wek perperîkeke ji rengên zêr hatiye sêwirandin û gelek sembolên nenas dihewîne. Her wiha wî bi dîmenên dekoratîf xetên tevlîhev jî çêkirine û ji bo van destxetên xwe ronahiyeke baş bi kar aniye.
Lester navê “Şahesera Piçûk” li xebata xwe ya “Butterfly” dike û wî ev projeya xwe di 1000 saetî de temam kiriye. Yanî ew ji 40 rojan zêdetir ji bo vê projeya xwe xebitiye. Her parçeyekî projeya xwe li ser kaxizeke şîn bi destxetên xwe çêkirine û ji bo perperîka xwe rengê metalîk û zer bi kar aniye.
Lester bi vê perperîkê xwestiyê sê peyvên nîşaneya bêhnpakiyê rave bike. Wî peyvên “Heqîqet” , “Bedewî” û “Başî” bi dîmenan sembolîze kirine. Lester dibêje, “Min ev sê peyv bi xetên xemilandî nivîsandin û ev peyv li dora gewdeya perperîkê bi awayekî gilover disekinin. Ji demên kevnare heta îro ev têgeh yan jî peyv xwedî maneyên kûr in. Her wiha ev peyv di jiyana mirovan de jî bûn peyvên sereke û jiyan li gorî van têgehan bi nirx bûye. Bedewî û henûniya vê perperîkê jî gerdûnê sembolîze dike. Her du perên wê jî vekirî ne û behsa du babetan dike; çand û xweza yan jî mirovahî û dinyaya xwezayî. Bi sîmetrîya her du peran ez li vê dinyaya xweşik û hestiyar behsa têkilî û hevkariya di navbera mirovahî û xwezayê de dikim.”
Lester, tenê 75 heb kopyayên berhemê çêkirine û ev berhem bi destan îmze kirine û her wiha nimre li ser wan xistiye.
NAVENDA NÛÇEYAN