- Hunermend Motoi Yamamoto bi saya huner, derdê dilê xwe rave dike û ji derdên xwe yên manewî re li çareyê digere: "Ji bo ez çareyê ji kul û derdên xwe re bibînim, û xemên xwe derbibirim, ez vî karî dewam dikim“"
XASÊ CÛNÊ
Hunermendê Japonî Motoi Yamamoto piştî ku hezkiriyên xwe ji dest dide, bêhtir li ser hunerê xwe diponije û tiştên jibîrçûyî dîsa tîne bîra hezkiriyên xwe. Bi berhemên xwe nirx dide bibîranînên hezkiriyên xwe û van nirxan bi rêya hunerê xwe diparêze. Yamamoto herî dawî ji bo hezkiriyên xwe bi bîr bîne û ji wan re rêzê bigire înstalasyoneke balkêş çêdike. Ji bo ku karibe 100 hezar kulîlkên dara gilyazê çêke, xwê bi kar tîne. Yamamoto dibêje, “Sedema ku ez xwê bi kar tînim û dev jê bernadim, bedewiya wê ya spî ye.”
Ji bo bibîranîna hezkiriyên xwe
Piştî ku xwişka wî wefat dike, Yamamoto pirr pê diêşe, mirina xwişka wî li ser wî tesîreke xerab çêdike. Piştî mirina xwîşka wî, hevjîna wî jî wefat dike û bi keça xwe ya piçûk re bi tena serê xwe dimîne. Piştî vê, Yamamoto bêhtir bi karê xwe yên hunerî dadikeve. Derbarê karê xwe de ew dibêje, “Piştî mirina hezkiriyên xwe ez bêhtir bi bibîranînan û bûyerên berê re mijûl bûm. Ev xebatên min, li hember ajoyên jibîrkirinê li ber xwe didin û bibîranînên jibîrçûyî ji nûve zindî dike û wan li hemberî jibîrçûnê diparêze. Ji bo ez bibîranînên hezkiriyên xwe ji bîr nekim ez van berheman diafirînim.”
Vegerîna li bibîranînan
Di çanda Japonan de xwê ji berê ve wek nîşana paqijiyê tê dîtin. Her wiha di gelek çandên din de jî xwê tê heman maneyê. Nemaze di rîtuelên jiyan û mirinê de xwê tê bikaranîn. Herî zêde jî di ayînan de. Li gel mirinê, dewama jiyanê jî girîng e û divê mirov mirinê jî weke parçeyekî jiyanê bibîne û bi wî çavî lê binihêre. Yamamoto jî bawer dike ku ew ê hin kes bi rêya berhemên wî têkiliyekê bi bibîranînên xwe re deynin û li bibîranînên xwe ji nû ve bihizirin. Berhemên wî ji bo dewamkirina jiyanê hêzê didin mirovan.
Her tişt diguhere dawiya jiyanê heye
Yamamoto dibêje, “Xwê bê reng e, zelal e wek krîstalê û gava ji nêz ve lê dinihêrim bi min re hesteke henûn û nazik çêdike. Ji ber wê ez di karên xwe yên hunerî de wek amûrekî bi kar tînim. Helbet kontrolkirina wê hinekî zor û zehmet e. Heta carinan ji bo karên min dibe asteng jî. Xwê hevdû nagire, gava mirov destê xwe tê werdide ji hev belav dibe û ji ber hêwîbûnê jî zû dihele. Ev taybetmendiyên wê ji bo berdewamî û parastina karên min hêlên wê yên neerênî ne, lê ev yek jî nîşanî min dide; bi wextê re her tişt diguhere û dawiya jiyanê heye.”
Kulîlkên weşiyayî yên dara gilyazê
Yamamoto dibêje, kulîlkên dara gilyazê jî nîşan didin ku di xwezaya jiyanê de mirin heye û ti tişt wek xwe namîne. Yamamoto ji bo xebata xwe peyva “sakurashibe-furu” (kulîlkên weşiyayî yên dara gilyazê) bi kar tîne. Ev peyv zêdetir di helbestên kurt ên Japonî yên bi navê “Haîkû” de tê bikaranîn û tê maneya dawiya biharê. Gava kulîlkên daran diweşin, demasala biharê bi dawî dibe lê di heman demê de xebera havînê û fêkiyan jî bi xwe re tîne. Bihar bi dawî dibe lê destpêkek nû jî heye. Yamamoto dibêje, “Gava ez li siberoja van kulîlkan dihizirim, kok û rehên dara gilyazê tên bîra min, guliyên wê yên zirav û bi hêz ên ku wan kulîlkên xweşik vedikin. Lê piştî demekê ev kulîlk diweşin û xemgîniyekê çêdikin bi mirov re. Ez bi van hestan bi saya xwê pelên weşiyayî yek bi yek kom dikim û ji nû ve diafirînim.”
Huner jê re derman e
Yamamoto hunermendekî jêhatî, zîrek e, û bi sebr û semax e jî. Yamamoto dibêje, di vê jiyana dirêj de tenê kêliyek para me dikeve û jiyana me ji kêliyekê pêk tê û xebatên min vê rastiyê bi min didin hîskirin.
Ew bi saya huner, derdê dilê xwe rave dike û ji derdên xwe yên manewî re li çareyê digere: “Ji bo ez çareyê ji kul û derdên xwe re bibînim, û xemên xwe derbibirim, ez vî karî dewam dikim. Hêvîdar im, kesên ku li dorûdora karê min digerin jî li derdên xwe bihizirin, û ev karê min vê fersendê bide wan. Gelek kesên wek min ên ku hezkiriyên xwe ji dest dane, dikarin hin tiştan ji karên min derxin, karên min hîs bikin. Her wiha gava ew li rabihuriyê vegerin û hin tiştan bi bîr bînin jî divê karibin li siberoja xwe jî bifikirin.”