Bedewî, serfirazî di tevgerê de

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Hezîran 2022 - 21:15

  • Luo Li Rong hunermendeke Çînî ye. Ew halê hazir li Belçîkayê dimîne. 

Luo Li Rong hunermendeke Çînî ye. Ew halê hazir li Belçîkayê dimîne. Ew peykerên jinan çêdike û ew jin bi pirranî yan bi xwe tevdigerin yan jî tiştên li wan û dewrûberê wan li ba dikevin, tevdigerin. Ev berhema wê ya bi navê “Dilê difire” yê ji bronzê herdu aliyên tevgerê di hunerê wê de nîşan dide. Wê ev berhem sala 2020´an çêkiriye. Ew gelek caran li ser bedena jinan cawên şefaf jî teswîr dike ji bo ku hostekariya xwe ya di peykersaziyê de nîşan bide. Ew jinên ku bi peykerên xwe teswîr dike di sekneke welê de çêdike ku bike ku ew hem bedew xuya bikin û hem jî serfiraz. Ev sekn, tevgera di peyker de hev du temam dikin û dihêlin kesên li wan dinihêrin, bifikirin, mirovên bi rastî li wir hene û ne peykerên ji bronzê çêkirî. 

BRUKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.