Hunermend û şanogerên navçeya Koyeyê dibêjin, “Li Koyeyê şanoya kolanan di asteke baş de ye, tenê di nava mehekê de koma şanoyê tevlî 3 festîvalên hunerî yên derveyî Koyeyê bûye. Lê heta niha jî li Koyeyê cihekî taybet ji bo şanoyê nîne, hikûmet jî ti alîkariyê nade.”
Heya niha jî li naçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, cihekî taybet ji bo hunermendan nîne ku çalakiyên xwe tê de li dar bixin. Ev jî astengiyeke mezin e ji bo hunermendan, tevî hemû astengiyan jî hunermend û şanogerên navçeya Koyeyê di nava liv û tevgerê de ne û çalakiyên nû li dar dixin. Derbarê mijarê de mamoste û şanogerên Koyeyê axivîn.
Teorî û pratîka me baş e
Mamostayê zanîngeha Koyeyê, Dr. Keyfî Ehmed got, wî bi xwe jî weke şanogerekî Koyeyê li kolanan şano pêşkêş kiriye: “Em niha di warê şanoyê de li pêş in, ji bilî vê, me li ser şanoyê 3 pirtûk nivîsandine. Yanî li Koyeyê şano di asteke baş de ye, ji ber ku me di warê teorî û pratîkê de ev kar kiriye. Tişta ku em li Koyeyê dikin, hemûyî em bi xwe dikin. Hikûmet ti alîkarî û piştgirî nedaye hunermendên Koyeyê.”
Şanoger Huner Tahir jî dibêje; “Niha weke şanoyên li cihên girtî, şanoya li kolanan jî bi pêş ketiye. Bi taybetî jî li Koyeyê, di nava mehekê de weke koma Şanoyî Kolan, em tevlî 3 festîvalên hunerî yên derve bûn. Em ji berîka xwe mesrefa vî karî didin. Ji ber ku Wezareta Rewşenbîrî ya hikûmetê ti alîkariyê nade hunermendan.”
Şanoger Ferîdun Hemed Emîn jî li ser heman mijarê got, “Şanoya di cihên girtî de gelek lewaz e, ji ber ku ti tameşevan peyda nabin. Lê şanoya li kolanan bi pêş ketiye, ji ber ku em tevî gelek çalakî û festîvalên navneteweyî dibin.”
ROJNEWS/KOYE