Mêrdîn, bajarê şaristaniyê û pir-çandîtiyê ye ku tê de Kurd, Ereb, Tirk û Suryanî pêk ve dijîn. Lê mixabin di 6’emîn Bîenala Mêrdînê de mîna yên berê zimanên herêmî yên wekî Kurdî, Suryanî û Erebî cih negirt û dewlemendiya çandî ya bajêr bi vê çalakiya hunerî de nehate temsîlkirin. Ev helwesta ku bi xwezaya hunerê û hesasiyeta hunermendiyê nagunce, bi helwesteke yek-reng nêzîkî niştecihên bajêr dibe û ji dînamîkên bajêr nas nake. Salên borî jî hin rexneyên guncav li Bîenalê hatin kirin, lê di helwesta li hember zimanên herêmî de tu guhertin çênebû.
Fatih Tan, bal bire ser wê yekê ku di salên berê de ev herêm bi ziman û rengê xwe li Biannelê nehat temsîlkirin, rexne kir ku cihê ku çandên cuda temsîl dike di çarçoveya serdestiya ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye avakirin veguheriye qada qedexeyê. Digel ku tê çaverêkirin ku bienal giraniyek hunerî bide ser pirrengiya çandî ya Mêrdînê jî, di nav nivîs û broşurên wê yên piçûk ên danasînê de jî cih-negirtina zimanan. Di çarçoveya vê rexneyê de, hunermend Adem Bulut di performansa xwe ya bi navê “9’emîn Bîenala Mêrdînê” de bêdengiyê û yek-rengiyê rexne dike ya ku ji aliyê Bîenalê ve li ser ziman û mekanê bajêr hatiye ferzkirin.
MÊRDÎN