Beden jî parçeyekî nasnameyê ne

Nûçeyên Çand/Huner

În 2 Sibat 2024 - 01:45

RAJA KHAYRAT / NÛJÎNHA / MEXRÎB

Navbeyna 25-29’ê Çile li bajarê Rabata paytexta Mexribê bi navê ‘’Festîvala Derhenerên Jin a Jasad’’ hate lidarxistin, ku ‘’Jasad’’ bi Erebî tê maneya ‘’Beden’’. Nivîskar û derhênera Misrî Nûra Amîn li festîvalê derbarê berhema xwe ya bi navê ‘’Reqsa min’’ axivî.

Hûn dixwazin derbarê lîstika şanoyê ya bi navê “Reqsa Min” ku di festîvalê de hate nîşandan de çi bibêjin? Di lîstokê de we hêza pêşkêşkirin û hevbandoriya bi temaşevanan re çawa dît. Gelo we hîs kir ku temaşevanan heqe reqsvan dide?

Li cîhana Ereb û heta li cîhana rojava jî, jineke ku biryar dide bibe lîstikvan, derkeve ser dikê, stranan bêje an reqs bike, rastî hin zextên civakî tê. Heta îro gelek malbat, hêj jî nahêlin keçên wan vê yekê bikin. Reqs di warê jinan de bi tevahî berxwedan e. Divê jina ku reqsê dike, bi awirên neheq re rû bi rû bibe, lê divê hêza kesayetiya xwe, performansa xwe û hesta xwe ya rûmeta mirovahiyê biparêze.

Min kariyera xwe ya hunerê bi reqsavaniyê dest pê kir, piştre derbasî lîstikvaniyê bûm, piştre roman û helbest nivîsand û piştre jî bûm derhêner û koreograf. Bi baweriya min zehmetiya herî mezin a ku lîstikvanek pê re rû bi rû dimîne û pêdivî bi wêrektiyê dixwaze ew e ku bi temaşenan re ne li ser ekranê lê li ser dikê bi rêya çalakiya fizîkî rû bi rû dibin û bi hevbandorbûna wan re têgihiştina wan diguherîne. Min hewl da vê yekê di şanoya 'Reqsa Min’ de bikim û piraniya temaşevanan rabûn  ser piyan û bi min re direqisiyan û armanca min ev yek bû. Ev serkeftinek rast e.

Jin, bi şanoyê re çawa dikarin têgihiştina civakê biguherînin?

Cudahiya serekî ya di lîstik û reqsa jinê de, divê nasnameya xwe ne ji bo nêrînên kesên din, bi nêrîna xwe ya şexsî şênber bike û rastî îmajên qalibane neyê. Dema ku min reqs kir, min hewl da ji nêrîna xwe temaşeyî bedena xwe bikim. Ez xwe ji nêrîna xwe dinirxînim. Ger reqsvan afirîner, serbixwe û xwedî nêrînek rexnegir be û bikaribe ji xwe hez bike û teqdîr bike, dikare nêrîna temaşevanan a ji bo xwe biguherîne. Ji ber vê yekê bi jinitiya xwe em dikarin bi nêrîna xwe ya ji bo xwe, nêrîna civakê ya li ser xwe biguherînin.

Reqskirin, çawa tê rewşa nasnameyek?

Bi giştî reqs huner û pîşeyeke wiha ye ku qîmetê xwe nabîne. Ez bawer dikim di hundirê me de fikra aîdbûna cîhana reqsê pir girîng e. Lê pirsa ku li vir derdikeve pêş, tevî hebûna xurt a beden û derbirîna beden a di çanda me ya Ereb de jî, mirov bi giştî çawa li beden û reqsa jinan binêre. Dema ku mirov li rîtûelên olî binere, fikra ku ya reqsê dike jin e nayê qebûlkirin, ji ber ku ev tê wateyê ku ew xwe ji bêgavî pêşkêş dike û li vir têgîna pêşkêşkirinê xeternak dibe, ji ber ku em ji sînorên ku civakê xêzkiriye, dibihurin. Her tiştê ku ji nav van sînoran derdikeve ji bo pergala civakî dibe çavkaniya fikarê û ji me ra deriyek perwerdehiya bedenî ya nû vedike. Bedenên me parçeyek ji nasnameya me ye û divê em wan veşêrin û ji wan netirsin. Divê em bêyî ku bifikirin ev şerm e an pirsgirêkek bazirganî û serfkirinê ye, bi hebûna xwe bawer bikin. Bi jinitiya xwe em dikarin bi rûmet û rêz xwedî li bedena xwe û jinbûna xwe derkevin. Li aliyê din di cîhana kapîtalîst de kedxwarî li ser bedena jinê tê kirin û divê em vê rexne bikin.

Sînemaya Misrê, berhemên balkêş ên wekî “Reqsvan û Polîtîkavan” ên rêzgirtina ji pîşeya reqskirinê re ji nû ve dide qezençkirin pêşkêş kir. Şano çawa dikare vê rolê bilîze û nêrîna civakê ya ji bo jinên direqisin çawa dikare biguherîne?

Divê reqs û bedena şanoyê ne tenê amûrek ramanê, bibe kirdeyek û reqsê bike mijara pêşkêşkirina şanoyê. Min jî hewl da bi pêşkêşiya xwe vê yekê bikim, lewra ev rêbaz dikare aliyên nayên zanîn eşkere bike. Divê em dîroka reqsa xwe bizanibin. Li Misirê heta fermana padîşahiyê di dema Muhammed Alî Paşa û dagirkeriya Osmaniyan de derneket, di nava gel de reqskirina jinan dihat qebûlkirin. Ji ber vê yekê, yên li cihê giştî reqs qedexe dikirin, ne civak bû.  Exlaqê civakê ne li dijî reqsê bû û ez bawer dikim dîroka huner, wêje û rola jinê ya di vê dîrokê de divê em bi şanoyê derxin pêş. Li gorî min nêrîna jinan a li ser şanoyê ev e; nêrîna ku ne li dijî mêran e, li ser esasê hilberandina gotinek femînîst e.

Hûn li Elmanya dijîn. Baş e, penaberbûn çi bi dest we ve anî?

Bi qasî heşt salane ez li Almanya dijîm, di vê pêvajoyê de ji bilî li zanîngehê perwerdekariya şano û hunera reqsê, bi giştî min pêşkêsiya reqsê kir. Min di xwendina serlîsansê de bernameyek "Lîsansa Bilind" ava kir. Di xebata xwe ya reqsê de, stîlên reqsê jî di nav de min şêwazên reqsê yên ne rojavayî jî cih kir.Ez nêrîna reqsê ya Afrîka, Misrî û oryantal diguherînim û gerdûnî dikim, ev ji bo min serkeftinek mezin e. Ez dibînim nifşek nû ya reqsan tê perwerdekirin. Li Elmanyayê mamoste û koreografên ku dikarin forma dansê biguherînin û rê li ber şêwazên din ji bo koçber û komên ji derveyî Elmanyayê vedikin hene.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.