Bêçalakîtî heta hilbijartinan e
Çarşem 29 Adar 2023 - 00:20
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê ya ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê û destnîşan kir ku wan biryar dane biryara rawestandina çalakiyan heta dawiya hilbijartinê dewam bike.
Besê Hozat wiha peyivî; “Têkoşîna me ev desthilatdariya faşîst xistiye pêvajoya hilweşînê. Pêvajoya hilbijartinê jî parçeyek ji vê yekê ye. Bi vê pêvajoya hilbijartinê re heger têkoşîneke xurt bê meşandin ev desthilatdariya faşîst wê 14'ê Gulanê hilweşe. Lewma me biryara rawestandina çalakiyan ji nû ve nirxand. Di çarçoveya girîngiya hilbijartinê ji bo gelê me, ji bo gelên Tirkiyeyê de li gorî rastiya dîrokî ya vê hilbijartinê, me biryar da ku biryara rawestandina çalakiyan di vê pêvajoya hilbijartinê de dewam bikin, heta hilbijartinê dibomînin û piştî hilbijartinê rewşê ji nû ve binirxînin.
Hêza bingehîn Tifaqa Ked û Azadiyê ye
Ev hilbijartin girîng e, ev pêvajo ji hilbijartinê wêdetir xwedî wateyekê ye. Ji ber ku encama têkoşîna salan, têkoşîna civakî, têkoşîna gerîla, têkoşîna siyaseta demokratîk e. Yanî di vê pêvajoya têkoşînê de rola Tifaqa Ked û Azadiyê bi taybetî di vê pêvajoya hilbijartinê de pirr girîng e. Ev tifaq wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bi roleke diyarker rabe. Rola vê tifaqê di avakirina komara demokratîk de gelek diyarker e. Divê ev tişt wisa were dîtin. Nabe ku mirov ji tifaqa Millet a Tirkiyeyê tiştekî wisa hêvî bike. Kesên ku ji xwe re dibêjin ez çepgir im, sosyalîst û demokrat im, nabe ku ji tifaqa Millet pêngaveke demokratîk, gaveke demokratîk, plan û avakirina komareke demokratîk bixwaze. Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi pêşengiya HDP’ê wê komara demokratîk, Tirkiyeya demokratîk ava bike.
Hin nêzîkbûn tifaqê wê qels bikin
Di nav hin pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê de, lêgerînên cihê hene. Tê gotin, dixwazin bi lîsteyên xwe têkevin hilbijartinê û nîqaşên wisa hene. Ev ê Tifaqa Ked û Azadiyê qels bibe. Wê rê li ber parçebûn û kêmbûna hêzê veke. Lukseke me ya wiha tineye. Ev ne rast e. Ev hilbijartinek e welê ye ku wê bandoreke mezin li siberoja gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bike, ew ê bandorê li çarenûsa wan bike.
Helwêsta HDP’ê hêja ye
Helwêsta nederxistina namzetan li gorî helwêsta HDP'ê ya rêgezî ye. Belê, di vê wateyê de em vê helwêstê hêja, girîng û watedar dibînin. HDP’ê helwêsteke prensîb a ku li gorî wê ye, daniye pêşiya xwe. Ev gelek girîng e. Di heman demê de li hemberî gelên Tirkiye û Kurdistanê helwêsteke berpirsyar nîşan da. Lê belê ev helwêst wê rasterast bandorê li encamên van hilbijartinan bike. Ew eşkere ye. Herî dawî jî hevserokên HDP’ê û rêveberên HDP’ê nirxandinên cuda kirin. Gotin ku wê di demên pêş de navekî bidin. Her wiha diyar kirin ku ew ê niha namzetan diyar nekin, lê bi zelalî diyar dikin ku wê piştgiriya kê bikin. Ger li gorî helwesta xwe bawer im wê ravekirinekê bikin, wê ravekirinek li gorî helwêsta wan be û di vê wateyê de em wê watedar û hêja dibînin. Em piştgiriya vê helwestê dikin. Prensîb e, hêja ye. Ya ku civak hêvî dike ev e. Helbet ev bendewariya civaka Kurd, gelên Tirkiyeyê û civakê ye.
Ji bo pirsgirêka Kurd di meclîsê de bê çareserkirin beriya her tiştî divê Tirkiye rastiya xwe bibîne. Divê ev dewleta înkar, îmhayê, ev dewleta qirker divê rastiya xwe ya qirker bibîne.
Mixatab Rêber APO ye
Helbet îradeya çareseriya vê pirsgirêkê bêguman Rêber Apo ye. Reber Apo ne li dijî çareseriya li meclîsê bû. Ji ber ku wî bi xwe ev yek gelek caran got. Helbet wê di meclîsê de çareser bibe. Qanûn wê bên amadekirin, destûra bingehîn wê bê guhertin. Meclis wê vê yekê bike. Helbet muxatebê sereke yê vê pirsgirêkê Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê li qadên Newrozê bi milyonan kesî got, Rêber Apo vîna me ye. Rêber Apo weke navnîşana çareseriyê nîşan da. Divê di vê mijarê de jidil bin.”
NAVENDA NÛÇEYAN