- Li Rojavayê Kurdistanê yek ji qadên perwerdeyê “Baxçeyên Zarokan” e. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê di sala 2016`an de sîstema perwerdeyê ya baxçeyên zarokan ava kir.
SÎMA BIROKÊ / ANHA/QAMIŞLO
Li Rojavayê Kurdistanê yek ji qadên perwerdeyê “Baxçeyên Zarokan” e. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê di sala 2016`an de sîstema perwerdeyê ya baxçeyên zarokan ava kir.
Di her cihekî baxçeyê zarokan de 3 xebatkarên jin ên sereke hene; yek ji bo şopandina zarokan di hundirê erebeyan de, ya din ji bo pêşwazîkirina zarokan û ya sêyan jî ji bo çavdêriya li ser paqijî û dayîna xwarinê. Her wiha di her refekê de 20 zarok û 2 mamoste hene.
Berê ji bo dewlemendan bû
Rêvebera Baxçeyên Zarokan li Kantona Qamişlo Xezalê Derbas diyar kir ku beriya Şoreşa Rojava baxçên zarokan tenê ji bo zarokên dewlemend bûn û li herêmê tenê li hin taxên navdar hebûn. Her wiha pir buha bûn, ji ber vê yekê tenê beşek ji civakê dikarî zarokên xwe bişîne baxçeyan û di hundirê baxçeyên zarokan de sîstem hemû ya perwerdeyê bû.
Xezalê Derbas, destnîşan kir ku hinek malbatên ku jin di nava saziyan de kar nakin jî zarokên xwe dişînin baxçeyê, her wiha hinek malbatên ku rewşa wan ya aborî lewaz jî zarokên xwe dişînin, ji ber buhaya wê pir erzan e. Xezalê Derbas, “Mehane 5 hezar lîreyên Sûrî ji malbata zarokekê/î tê xwestin, ew jî ji bo alavên baqijkirinê di baxçeyan de tê girtin. Lê di demên bê de em dixwazin vî buhayî jî rakin ev yek li gorî rewşa civakê tê destgirtin. Ji ber rewşa malbatan a aborî, zarokên malbatên şehîdan, koçberên li herêmê û malbatên ku rewşa wan a aborî lewaz e, bê pere derbasî baxçeyê dibin.’’
Xezalê Derbas da zanîn ku di rê û rêbazên perwerdeya baxçeyan de, ne bi pirtûkan, lê belê bi lîstok, çîrok û çalakiyên cuda zarokan perwerde dikin, ji ber ku temenê wan di bin 5 saliyê re ne, ji bo wê çalakiyên pratîkî tên esasgirtin. Xezalê Derbas destnîşan kir ku kadroyên bexçeyên zarokan li herêma Cizîrê bi temamî jin in. Ji ber ku ew zêdetir dikarin bi zarokan re mijûl bibin û jê fêm bikin.
Di hin baxçeyan hejmar digihîje sedî
Xezalê Derbas diyar kir ku hejmara tevlîbûnê li gorî sala 2018`an zêde dibe û di her baxçeyekê de hejmara zarokan dighêje 80-90 zarokî, di hin baxçeyan de jî digihêje 100 zarokî.
Xezalê Derbas destnîşan kir ku li gorî daxwazan ew ê baxçeyan li hemû taxên herêmê vekin û wiha domand: “Em amadekariyên vekirina bexçeyên zarokan li Til Koçer û Til Hemîs jî dikin. Malbat bi rêya komînan daxwaza vekirina baxçeyan dikin.”
Li gorî Rêveberiya Baxçeyên Zarokan a herêma Cizîrê hejmara baxçeyên zarokan 55 in. Di hundirê wan baxçeyan de nêzî 3 hezar û 500 zarokî hene; jê 2 hezar li Kantona Qamişlo ne û hezar û 500 jî li Kantona Hesekê ne. Her wiha hejmara mamosteyan jî li Kantona Qamişlo 250 mamoste û li Kantona Hesekê jî 80 mamoste ne.