Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Minbicê Neqşan Mihemed têkildarî pêşketina zimanê her netewê ya di nava civakê de û asta xwendina wan û piştî rizgarkirina Minbicê guhertinên rû dayî, ji ANF’ê re axivî. Neqşan Mihemed anî ziman ku di nava civaka Minbicê de û di dema DAÎŞ’ê de qedexeya xwendinê rû dida, di heman wextê de piştî Şoreşa Rojava jî rejîma Baasê ziman hemû qedexe kiribûn û li şûna wê tenê yek ziman dabû ferzkirin û got:"Di nava civaka Minbicê de 4 netewên bingehîn û sereke hene, ew jî netewa Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkese. Lê li ser van tevahiyan jî qedexeya fêrkirina bi zimanê xwe yê dayikê hebû. Qedexe bû ku Kurd di nava dibistanê de bi Kurdî biaxivin, Turkmen û Çerkes jî êdî zimanê wan ber bi tunebûnê ve diçû. Li şûna van hemûyan jî tenê yek ziman dihat ferzkirin, zimanê din jî li netewa wan qedexe bû." Neqşan bi bîr xist ku heta bi demê bi rengekî veşartî wan dixwest êdî bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibin û got:’’Ew mamosteyê ku em fêr jî dikirin, bi lêdan, zindanê û êşkenceyê re rû bi rû dima. Êdî hemû ziman bi tunebûnê re rû bi rû bûn. Li şûna zimanê herêmê zimanên biyanî yên weke Ingilîzî û Fransî li ser me dihatin ferzkirin."
Ziman hebûna mirov e!
Neqşan Mihemed ragihand ku piştî rizgarkirina Minbicê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser qefil bi qefil mamoste û xwendekaran berê xwe didan dibistanan û her netewekê bi zimanê xwe, xwe îfade kir û got:"Hemû netew bi zimanê xwe li her dibistanê xwe îfade dikin û bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin. Her kes bi zimanê xwe dixwîne ziman bingehe, zimanê mirov jî hebûna wî/ê ye. Hejmara dibistanan li Minbicê 350, 5.620 mamoste û 127.990 xwendekar in. Ji bo pêşxistina asta ziman em ê her û her di nava têkoşînê de bin. Em salvegera Rizgarkirina Minbicê li hemû gelan pîroz dikin, ew ji bo me rojeke vejînê ye, em ê jî ji bo jiyaneke azad her tim di nava têkoşînê de bin."
ANF/CÛDÎ ÎBRAHÎM