- McCallum: Dibe ku keşeyên wî zemanî beriya 1200 salî bi armanceke din çêkiribin û gelek mane lê bar kiribin, lê ev motîf û desen ji bo min xwedî maneyên cuda ne. Li gorî min ew behsa têkiliya xweza, heywan, nebat û her tişta li gerdûnê ango tevlîheviya vê têkiliyê dikin.
Şekirina keviran, kevirtraşî yan jî teşedayîna keviran, rêûresmeke kevn e. Sinehetkarên berê li ser keviran gelek wêne û serpêhatiyên insanan neqişandibûn. Ev rêûresma kevn îro jî bi destê hin sinehetkaran dewam dike, nexasim jî ji ber ku ji vî karî hez dikin. Finn McCallum jî sinehetkarekî Skoç e. Wî herî zêde bala xwe daye ser destxetên serdema navîn û ji formên hunerî yên wê demê, nexasim jî ji formên ku li ser keviran hatine ceribandin, hez kiriye. Ji lewma, ew herî dawî bi hin motîf û destxetên di kitêba “Kells” ya ku ji serdema navîn maye, daketiye û gelek xetên kite bi kite yên zehmet çêkirine. Wî ev hûrgilî li ser berhemên xwe bi rêbazên berê çêkirine.
Ji bo Îrlandayiyan “Kitêba Kells” (Leabhar Cheanannais) gelek giring e. Ew ji sedsala 9’an maye û tê de gelek destxet û nivîsên ku behsa serpêhatiyên civaka Îrlandayê dikin, hene. Her wiha ji kitêba pîroz Încîlê jî gelek beş lê hatine zêdekirin. Hin keşeyên wê demê, ev destxet nivîsandine. Ji xeynî destxetan gelek formên hunerî ango resmên xweşik jî hene di kitêbê de. Ev kitêb nexasim behsa sebr û berxwedana gelê Îrlandî ya wextê serdema navîn ango demên xela û birçîbûnê dike. Ji bo Îrlandayîyan di warê rêûresman de gencîneyeke mezin e, ji lewma ev kitêb niha li Pirtûkaneya Trinitiy College Dublin tê parastin û kesên bixwazin dikarin bi aweyekî online xwe bigihînin kitêbê û resmên di nav kitêbê de bibînin.
Gerdûn û têkiliyên tevlîhev
Ji lewma, McCallum bi motîf û resmên vê kitêbê daketiye û li ser keviran ji nûve çêkirine. Ew dibêje, ez ji Skoçyayê me û xwe nêzî van forman dibînim. Ji bo van resm û xetên kitêbê çêbike, bi seatan wext derbas kiriye. McCallum dibêje “ji bo min tiştekî zehmet bû”, lê ji bo hunerê wî bi pêş bikeve jî pêdiviya wî bi vê yekê hebûye û vê yekê wiha rave dike: “Ev sêwirandineke taybet e. Her wiha motîfên pirr tevlihev in. Ji bo min jidil jî ezmûneke dijwar bû, bi çakûç, cew û eskeneyan min xwe da ber vî karê zehmet û bi vî awayî hunerê xwe baştir dît. Dibe ku keşeyên wî zemanî beriya 1200 salî bi armanceke din çêkiribin û gelek mane lê bar kiribin, lê ev motîf û desen ji bo min xwedî maneyên cuda ne. Li gorî min ew behsa têkiliya xweza, heywan, nebat û her tişta li gerdûnê ango tevlîheviya vê têkiliyê dikin.”
McCallum beriya dest bi vî karî bike, baxçevan bûye û dema ew vî karî dike diçe tevlî kursekê dibe. Wî di vê kursê de hînî teşedayîna keviran bûye û gelek ji vî karî hezkiriye. Piştî ku di kursê de fêrî hin agahiyên sereke dibe wî dev ji karê baxçevaniyê berdaye û xwe daye ser kolîneriya keviran. Helbet bi carekê çênebûye ev yek, McCallum wiha behsa vê pêvajoyê dike, “Piştî çend salan min dev ji karê baxçevaniyê berda. Destpêkê min her du kar bi hev re kirin, lê piştî ku ez di vî karî de şareza bûm, min dev ji baxçevaniyê berda û êdî dema xwe hemû bi bi teşedayîna keviran bihurand. Heta niha min gelek kar qedandine, ji resmên kitêba Kelt bigirin heta motîfên Mezopotamyayê, min gelek stîlên kevn ji nû ve bi keviran çêkirin.”
Di nav karên McCallum de hin motîfên ku ji dema Asûriyan mane jî hene. Wî du motîfên xweşik ên Asûriyan jî li ser keviran verotine. Ev berhemên wî ji hêla British Museum ve hatin kirrîn û niha li wir tên nîşandan.
EDINBURGH