Bax û gulistana Cegerxwîn

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Nîsan 2023 - 05:02

  • Helbestvanê mezin Cegerxwîn ku dixwest miletê Kurd tim bixwîne û pêş bikeve ji bo Kurdan gelek helbest nivîsandin. Lê wî tenê helbest nenivîsandin, her wiha wî kovareke bi navê “Gulistan” jî derxist û di vî warî de jî xebatên wî çêbûn. Hejmara kovara Gulistan ya dawî 38 e û di payîza sala 2008’an de hatiye çapkirin. 

Me gelekan seydayê Cegerxwîn bi helbestên wî nas kir. Lê divê em bizanibin ku seydayê Cegerxwîn li gel nivîskariyê demekê bi kovergeriyê re jî mijûl bûye û wî di sala 1968’an de kovareke bi navê “Gulistan” derxistiye. Cegerxwîn beriya ev kovar derbixe bi her awayî pişgiriyê dabû kovara “Hawarê” ya ku Celadet Alî Bedirxan derxistibû. Wî bi helbestan pesnê kovarê dida û dixwest Kurd li kovarê xwedî derbikevin. Yek ji helbestên wî yên ku ji kovara Hawarê re nivisîbû wiha bû; “Hezar carî pîroz bikin ev Hewar. Gelek xob û rind e wekî gulîzar. Gulistana zarê me ye pir ciwan. Pesin dide ku min berê wê dixwar. Hezar bilbilên dilşewat û bi xwîn. Di nav bexçeyê wê dikin ah û zar. Hewar pir ciwan e keç e nûgiha. Gelek dîlber û nazik û nazdar.”

Piştî Celadet Alî Bedirxan wefat dike kovarên “Hawar” û “Ronahî” jî dernakevin û li Rojava demek dirêj kovar çap nabin. Ji ber seydayê Cegerxwîn di vî warî de xwedî ezmûn e, hewl dide kovareke xwerû bi Kurdî û latînî derbixe. Bi vî awayî di Nîsana sala 1968’an de kovara bi navê “Gulistan” tê çapkirin. Cegerxwîn kovarê weke “Kovareke toreyî û civakî” pênase dike û li ser bergê pêşî her tim ev gotin cih digire. Her wiha di her hejmarê de jî ev çarînên li jêr yên ku Cegerxwîn bi xwe nivîsandine jî cih digirin;

 

Ev kovar kovara te ye

Ev bax û gulîzara te ye

Têde darek xweş biçîne

Ev dar nivîsara te ye.

 

Cegerxwîn bi vê çarîna xwe nîşan dide ku ew di riya Hawarê de dimeşe. Heger em baş bînin bîra xwe û em careke din berê xwe bidin kovara “Hawar” ê em ê li wir bibînin ku Celadet Alî Bedîrxan jî di hejmara yekem ya Hawarê de ev çarîn lê kiriye;

Hawar hawara te ye

Deng û gaziya te ye 

Heke te hawar divê

Arî hawara xwe ke 

 

Piştî koça Cegerxwîn jî kovar tê çapkirin

Nivîskar Konê Reş ku li ser rewşenbîriya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê lêkolînan dike,  derbarê kovara Gulistan de agahiyên bi vî rengî dide;  “Serkêşiya kovarê seydayê Cegerxwîn dikir. Hejmarên pêşîn ji 12 rûpelan ta bi 24 rûpelan bûn, li ser pêlên A4, bi ronyo dihat kişandin. Naverok bi piranî bi helbestên Cegerxwîn dihat xemilandin.” Kovara Gulistan heta sala 1979’an jî bi destê Cegerxwîn derdikeve. Lê piştî ku Cegerxwîn di sala 1979’an de koçî Swedê dike, Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd a li Sûriyeyê barê kovarê hildigire ser milê xwe û kovarê çap dike. 

Li ser weşandina Kovara Gulîstan, dîsa Konê Reş di sala 2008’an de bi serkreterê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd a li Sûriyeyê, Hemîdê Derwêş re diaxive û ev agahî ji wî digirin; “Cegerxwîn doza weşandina kovareke Kurdî bi navê Gulîstan kir, hingê min jêre got; bila navê kovarê Stêr be, lê Cegerxwîn razî nebû û wek xwe kir. Wî kovara Gulîstan diweşand. Me weke partî her tişt jê re amade kir. Daktilo, kaxiz û tiştên bi vî awayî. Me gelekî guh dida ziman kekê! Di wan salan de em di rewşeke zor dijwar de derbas dibûn. Hevalên me di zindanan de bûn, em reviyayî bûn, ew derfeta xweş nebû. Me dixwest em gelek tiştan bikin.”

 

Gulistan 38 hejmar çap dibe

Piştî koçberiya Cegerxwîn ber bi Swedê ve, ev kovar ketiye nav gelek destan de, di pey Cegerxwîn re mamoste Ezîzê Dawê bi kar û barên wê rabûye, piştî çend salan, rehmetî Ferhadê Çelebî ev kovar bi rengekî nû weşandiye, di pey Ferhad re, mamoste Salihê Heydo bi berpirsyariya çend hejmara rabûye û herî dawî jî mamoste Selmanê Heso berpirsyariya kovarê hilgirtiye ser milên xwe.

Hejmara kovara Gulistan ya dawî 38 e. Ev hejmar jî di payîza sala 2008’an de hatiye çapkirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.