Başûr ji ber madeyên hişbir dinale!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 12 Hezîran 2024 - 00:14

Civakên nûjen bi gelemperî di bin xeteriya giran ya madeyên hişbir (narkotik) de ne. Roj nîne ku di nûçeyê de behsa girtina bikarhêner û bazirganên vê madeyê neyê kirin. Tevî hewldanên hêzên ewlehiyê jî, lê ji ber kontrolnekirina sînoran û bi dehan faktorên din rê li ber belavbûna bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir vekiriye. Li gorî parêzer Ciwana Ebdulwahîd zêdetir ciwan madeyên hişbir bikar tînin û got:“Ji ber ku laş û mejiyê ciwanan her tim ji bo wergirtina tiştên nû amade ye. Her wiha medyaya civakî û temaşekirina fîlman aliyekî xirab heye. Ew wan teşwîq dike ku ciwan madeyên hişbir bikar bînin, ku paşê bandorek neyînî li ser wan dike.”

Li gorî parêzer, jinên ciwan bikarhênerên din ên van madeyan in. Sedema vê yekê bi pirsgirêkên civakî û derûnî ve girê dide. Parêzer Ciwana di wê baweriyê de ne ku madeyên hişbir di nava civak û malbatan de bûye sedema pirsgirêkan û ji civaka Kurd re xerîbe.

Xerîbê civaka Kurd e

Çalakvan Meryem Hatem jî got:“Tevî zêdebûna vê madeyê jî, lê ji civaka Kurd re xerîb e. Gelek malbat ji ber bikaranîna madeyên hişbir belav bûne. Şert û mercên aborî, bêkarî û nebûna hişyariya tenduristiyê jî sedemên sereke yên bikaranîna vê madeyê ne.”

Şewbo Mistefa jî nêrînên xwe bi van gotinan anîn ziman:’’Madeyên hişbir di warê perwerde, tenduristî, civakî û aborî de zerereke mezin dide malbat û civakê. Bikaranîna madeyên hişber dibe sedema têkçûna ferdên civakê û bandorek neyînî li ser laş, mêjî û windakirina kontrola jiyana wan dike.” 

Pispora nexweşiyên derûnî Dr. Lane Hafiz derbarê bandorên wê yên metirsîdar tesbîtên xwe bi van gotinan rêz dike:“Kesê ku bi bikaranîna madeyên hişbir ve girêdayî nikare xwe kontrol bike. Ger ew vê madeyê zêde bikar bîne, dê bibe sedema mirina wî/wê jî. Herwiha mirovan bi her awayî ji civakê îzole dike. Dema zarok yan ciwanek dibe fêrbûyiyê madeyên hişbir, divê xwe ji bo tenduristiya xwe, derûniya xwe amade bike û herî kêm peywendî bi dezgeh û navendên pêwendîdar yên di vî warî de bike, daku hêdî hêdî ev made ji laş were derxistin.” Dr. Lane Hafiz jî di wê baweriyê de ye ku pêwîste bi rêya dibistan û medyayê hişyariya malbat, ciwan û kesan were bilindkirin.

Li gor daneyên Asayîşa Herêma Kurdistanê, par 653 bikarhênerên madeyên hişber û 254 bazirganên madeyên hişber hatine girtin. Nêzîkî 200 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişber di du mehên destpêkê yên îsal de hatine girtin. Ev bazirganane cûrên herî metirsîdar yên weke krîstal, heşîş, afyon û eroîn tînin Başûrê Kurdistanê û beşeke mezin yê bikarînerên van madeyan ciwanin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.