Banga Rêber Apo gund vejandin

Duşem 28 Tîrmeh 2025 - 03:38

Ji ber bombarana dewleta Tirk 15 sal bûn gundiyên Dêrelokê nedikarî biçin ser gundên xwe û zeviyên xwe şîn bikin. Piştî banga dîrokî ya Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ cotyarên deverên sînor hêdî hêdî vedigerin ser gundên xwe û dest bi çandiniyê kirine.” Piştî banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27’ê Sibata îsal ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û bêdengkirina çekan, cotyarên herêma Dêrelok ya ser bi Amêdiyê berê xwe didin nava gund û zeviyên xwe şîn dikin. Cotyarê bi navê Elî Hacî Sefer yê ji gundê Biyawê ya Dêrelok axivî. Elî Hacî Sefer piştî 15 salan vegeriyaye gundê xwe û dest bi karê çandiniyê kiriye got:“Berî niha ji ber êriş û bombebarana li herêmê ya dewleta Tirk me nedikarî bên gundê xwe û çandiniyê bikin. Ji ber êrişan me nedikarî çandiniyê bikin, bi taybet jî birinc biçînin. Ev jî kir ku debara xelkê nebe.” Cotyar Hacî Sefer bal kişand ser pêngava dîrokî ya Rêber Apo dayî destpêkirin û got:“Ji ber lihevkirina pêk hatî, rewş hinek aram bûye. Ji ber vê yekê me karî bên ser erdê xwe, bikêlin û bikin birinc. Gelek kesî birinc çandiye.’’Vegera xelkê Başûrê Kurdistan ên ji bo gundên dikevin sînorên Başûrê Kurdistanê hêviyek ji bo jiyan û taybet ji bo kerta çandiniyê zêdetir kiriye.

ROJNEWS/DÊRALOK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.