Baştirîn derhêner Mano Xelîl

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Hezîran 2022 - 21:09

  • Derhênerê Kurd yê ji Rojava, Mano Xelîl bi filma xwa ya “Cîran” tevlî “Festîvala Filmên Erebî ya Rotterdamê” bû. 

Derhênerê Kurd yê ji Rojava, Mano Xelîl bi filma xwa ya “Cîran” tevlî “Festîvala Filmên Erebî ya Rotterdamê” bû. Festîval her sal li bajarê Hollandayê Rotterdamê tê lidarxistin. Mano Xelîl di festîvala 2022´yan de bi filma xwe xelata “derhênerê herî baş” wergirt.

Filma “Cîran” beriya niha li paytexta Swîsreyê Bernê weke filma herî baş hatibû hilbijartin. Film li “Festîvala Locarno ya Filman” û gelek festîvalên din jî hatibû nîşandan û ji hin festîvalan jî xelat wergirtibû. 

Filma “Cîran” çîroka zarokekî Kurd ê 6 salî ye ku li gundekî nêzî sînorê Tirkiye û Sûriyê dimîne. Malbata wî di nav du welatan de hatiye parçekirin. Film bi du saetan behsa pêncî salên zordestî, şovenîzm û rêbazên nijadperestiyê yên rejîma Beesê ya faşîst dike.

ROTTERDAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.