Barzanî bûne qereqola Tirkiyê

Sêşem 30 Tîrmeh 2024 - 00:33

Dijî hevkariya malbata Barzaniyan ya bi dagirkeriya Tirk re her ku diçe zêdetir dibe sedema bertekan. Barzanî bêyî ku hesabê hêrsa gelê Kurd û berdêla îxaneta mezin bikin, bi rengekî aşkere ji bo berjewendiya malbatî Kurdistanê ji dagirkeriya Tirk re vedikin û hevkariyê bi wan re dikin. Hevserokê Êlihê yê DEM Pariyê Resûl Çetîn got Barzanî bûne qereqola Tirkiyê û bang li gel kir ku dijî vê malbatê rabe ser xwe. 

Dewleta Tirk êrişên xwe yên ku di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dane destpêkirin di meha tîrmehê de heta qada çoltera Amêdiyê ya girêdayî Dihokê berfireh kirin. Dewleta Tirk li herêmê baregehan ava dike, gundan vala dike û noxteyên kontrolê deyne û nasnameyan kontrol dike. PDK jî piştgiriya leşkerî, îstîxbarî û lojîstîkê dide dewleta Tirk. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê Resûl Çetîn û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûstafa Mesût Tekîk bang li gelê Herêma Kurdistanê kir ku bertekên xwe nîşanî PDK’ê bidin.  

Ji bo malbata xwe her tişt firotine

Çetîn, da zanîn ku PDK weke qereqola Tirkiyeyê lê hatiye û “rola dijminatiya gelê Kurd girtiye ser xwe” û wiha got: “Yekane armanca wan heye, pêşeroja malbata xwe bi awayekî madî bihêz bikin. Herêma Barzan jî hiştine. Destûr dane ku li wir gelek baregeh bên avakirin. Ji bo malbata xwe hewl didin hemû destkeftiyên Kurdan pêşkeş bikin. Bifikirin dewleta Tirk li wir noxteya kontrolê avakiriye û pasaportan kontrol dike. Û dibêje ‘Ev der Tirkiyeyê ye’. PDK jî ji vê yekê re pêşengtiyê dike. Di nava xiyanetê de ne. Ji vê yekê şerm nakin. Êdî hincetan jî nîşan nadin. Êdî xwe naparêzin jî. Ji xiyanetê kêfxweş dibin.”

 Di dîrokê de tim îxanet kirine

Çetîn, diyar kir ku PDK di nava êrişên li dijî yekitiya Kurdan e û anî ziman  gava li ser yekitiyê PDK asteng dike. Çetîn, ê destnîşan kir ku PDK di dîrokê de di nava xiyanetê de ye, PDK weke “partiye proje” penase kir û wiha domand: “Di vê projeyê de gelê Kurd nîne. Di hilweşîna Komara Mahabadê, têkiliyên bi rejîma Baasê, Şengalê û pêvajoya Birakujiyê de cih girtin. Di dîrokê de her tim di nava heman xiyaneta de bûn. Têkçûna DAIŞ’ê li zora PDK’ê çûye. Şengal ji wan re hişt û çûn. DAIŞ bi saya berxwedana gelê Kurd hate têkbirin. Lê em niha di çapemeniyê de dibînin ku DAIŞ’î li Başûr hatine bicihkirin û li dijî gelê Kurd didin şer kirin. Kerkuk jî pêşkeş kirin. Li Dihokê hema bêje girekî ku baregehên leşkerî lê nebin nînin. An ku PDK’yeke axa vî gelî pêşkeş dike û gundan vala dike heye pêşberî me.”

Divê gel dijî Barzaniyan rabe

Çetîn, bang li gelê Başûr kir ku li dijî helwesta PDK’ê serî rakin û axaftina xwe wiha domand: “Divê gelê Başûr û pêşmergeyên ku dilê wan ji bo gelê Kurd lê dide li dijî vê xiyanetê û dagirkirinê bi hestiyar bin. Muxatab PDK nîne, gelê Başûr e. Divê gelê Başûr înîsiyatîfê bigire û berteka xwe nîşan bide. PDK ji bo gelê Kurd tenê birakuj e.” 

PDK xizmeta şer dike

Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê  Mûstafa Mesût Tekîk jî diyar kir ku AKP û MHP bi awayekî bêsînor êrişên qadên ku gelê Kurd lê ne dike û anî ziman ku li Herêma Kurdistanê konseptek tê pêşvebirin. Tekîk, bi lêv kir ku PDK ji şer re xizmetê dike û destnîşan kir ku êrişên li Başûr di heman demê de li dijî paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan a “Konfederalîzma Demokratîk” e. Tekîk, gotina pêşiyan a “Em taştê bin hûn firavîn in, em şîv bin hûn paşîv in” bi bîr xist û got: “Girîngiyeke dîrokî ya vê gotinê heye. Em vê gotinê dubara dikin. Bendewariya me ya ji Kurdên Başûr ew e ku ne ji şer re ji aştiyê re xizmetê bikin.”

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.