Banga li dijî dagirkeriyê

Pêncşem 22 Kanûn 2022 - 00:34

  • Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya 17 saziyên sivîl, ji bo rabûna li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker 2'ê Kanûnê dest bi komkirina îmzeyan kiribû. 

Zêdeyî 300 rêxistinên civakî yên sivîl û kesayetên ji 29 welatan, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker mohra xwe danîn binê metnekê ku wê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re bê şandin.

Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya 17 saziyên sivîl, ji bo rabûna li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker 2'ê Kanûnê dest bi komkirina îmzeyan kiribû.

Navendê encamnameya kampanyayê parve kir. Daxuyanî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişlo ji aliyê Merwa Ilyas, Nûman Osman û Mazin Mihemed ve û bi beşdariya nûnerên rêxistin û saziyên sivîl ên tev li hemlê bûne, hate xwendin.

 

Êrişên wan hîna jî didomin

Daxuyanî bi vî rengî bû: "Tevî ku Tirkiyeyê dest bi operasyoneke leşkerî li dijî şêniyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir jî, saziyên navdewletî yên têkildar bêdeng in.

Dewleta Tirk ji 20'ê Mijdarê û heta roja îro sûcên şer pêk tîne, ku zêdetirî 19 sivîl hatin kuştin, di nav de jin, zarok, xebatkarên tenduristiyê û rojnamevan, her wiha balafirên şer bêtirî 45 cihên binesazî yên girîng, bi taybetî stasyonên elektrîkê û benzînê, qadên petrolê û gazê û kulînên genim kirin armanc. Her wiha nexweşxane, dibistan û mizgeft jî wêran kirin. Gefên dewleta Tirk ên destpêkirina êrişên bejahî yên li ser herêmê hîna jî didomin.

Ji bo rawestandina vê dijîtiya berdewam, me 18 rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2`yê Mijdarê de dest bi pêngava komkirina îmzeyan kir da ku bang li saziyên navdewletî û di serî de Neteweyên Yekbûyî bikin ku bêdengiya xwe bişikînin.

Di vê pêngava me de zêdetirî 300 rêxistin û saziyên civaka sivîl û kesayetên berbiçav ên siyasetmedar, nivîskar, ronakbîr, rewşenbîr, hunermend, rêberên olî û werzîşê ji 29 welatên cihêreng ên cîhanê daxwazname îmze kirin û ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwaz kirin ku li ser êrişên nerewa yên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin tedbîran bigire.

 

Heta niha Neteweyên Yekbûyî bê deng maye

Tirkiyê, zagonên mirovî yên navneteweyî bi zanebûn binpê dike. Ji ber ku kuştina sivîlan û êrişkirina binesaziya bajar wek sûc tên dîtin, bêdengiya li hebmer vê yekê jî tê wateya hevkariya wê. Heta niha Neteweyên Yekbûyî bê deng maye, ev yek jî weke destûrdayînekê ji Tirkiyê re tê dîtin ku êrişî gelê sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Li ser vê bingehê, em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina jiyana sivîlan, erkên xwe yên mirovî û mafên mirovan pêk bîne.’’

Saziyên ku pêşengiya komkirina îmzeyan kiribûn ev in; Navenda Dîplomasiya Civakî, Yekîtiya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê, TEV-DEM, Rêxistinên Civaka Sivîl li Reqayê, Rêxistinên Civaka Sivîl li Tebqayê, Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenobiya, Rêxistina Sara ya li dijî tûndiyê, Yekîtiya Ragihandina Azad, Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Zanîngeha Rojava, Tevgera Çand û Hunerê, Komîteya Şaredarî û Jîngehê li herêma Cizîrê, Komeleya Civakî ya Efrînê, Encûmena Kesk a Idlibê, Federasyona birîndarên şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Keziyên Kesk, Heyva Sor a Kurd.

Tê payîn ku lîsteya îmzeyan ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re were şandin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.