Bang li gelê Amedê: Li Meşa dîrokî xwedî derkevin

Duşem 12 Sibat 2024 - 00:13

Hevserokê Giştî yê DBP’ê û Rêwiyê Meşa Azadiyê têkilî Meşa Azadiyê ya Mezin bang li gelê Amedê kir ku bi şêweyê mihrîcanê xwedî li meşa dîrokî derkeve. Bayindir bi bîr xist ku Amed paytexta têkoşînê ye û got, “Weke du baskên Meşvanên Azadiyê em ê di 13’ê sibatê de li Amedê bigihijin hev. Ji bo xelkê Amedê banga me ev e; em di wê baweriyê de ne ku hûn ê xwedî li vê meşa mezin a dîrokî derkevin. Weke ku tê zanîn Amed paytexta têkoşîna gelê kurd e. Em di wê baweriyê de ne ku meşvanên azadiyê dê di 13’ê sibatê de li Amedê bi şêweyê mîhrîcanê bên pêşwazîkirin. Banga me ji bo xelkê Amedê ew e ku ji îro ve tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal û gund bi gund xwedî li vê meşê derkeve û tev li meşê bibe.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.