Bajarvanî li Zîmbabweyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 11 Mijdar 2023 - 00:43

Li Kurdistanê, devera herî zêde navê wan bihîstî yên efrîkaya di bin  Sehrayê re, Hebeşistan e. Bi dîrokeke kevnar a şaristaniyê û têkiliyên bazirganiyê yên bi Erebistan, Hind û Sindê re, ev yek ne ecêb e. 

Lê di serdema navîn de xasma piştî sedsala 11´an li Efrîkayê, gelekî dûrî Hebeşistanê, li deverên weke Zîmbabweyê, şaristaniyên mezin derketin holê. Jixwe bajarê Zîmbabweya Mezin jî nîşana vê şaristaniyê ye. Bajar bi bedena xwe ya nêzî gilover û bircên xwe navdar bû. Ew parçeyekî împaretoriyeke Efrîkî ya li ser rêyên bazirganiyê bû. Bajar destpêka salên 1100´î hatiye avakirin û heta sedsala 15´an jî ev bajar şên bûye. Bajar, çawa bi navê xwe jî diyar dike paytexta Meliktiya Zîmbabweyê bû. Ew jî esas împaretoriyeke bazirganiyê ya Bantû (Şano) bû. 

Ji xwe li bajêr arkeologan dîzik û eşyayên porselen ên ji Çîn û Îranê û pereyên hesinî yên ji Erebistanê dîtine; ev jî nîşan dide ka bazirganiyeke çiqasî berfereh li deverê hatiye kirin. 

Împaretoriyeke bazirganiyê

Sedsala 15´an xelkê Bantu bajar bi cih hiştiye. Sedema vê koçberiyê îro tam nayê zanîn. Li gorî lêkoleran, dibe ku çavkaniyên wan xwe disipartiyê tine bûbûn û mumkin e serjimara zêde ya xelkê jî li bajêr bûbin faktor ji bo vê koçberiyê.

Qismê bajêr ê pêşî, li ser girekî ye û beriya bajar bibe bajar jî li vir avahî hebûne teqrîbî sala 900´î ev avahiyên pêşî hatine çêkirin. 

Bedena li dora bajêr nêzî 10 metreyan bilind e û 250 metreyan dirêj in. Li pirraniya bajêr û xelkê ne di nava bedenê de bûne. Li gorî bermahiya avahiyan, serjimara bajêr hingê di navbera 10 hezar ta 20 hezar kesan de bûye. Xirbeyên bajêr îro roj ji mîrateya dinyayê tên hesibandin û ji sala 1986´an ve di lîsteya UNESCO´yê de ne.

Nijadperestiya zanyarên Ewrûpî

Li deverê, kolanên arkeolojîk kêm hatine kirin. Di sedsala 20´an de gelek caran Ewrûpiyên hatin vê deverê, dever talan kirine. Lê belê mêhtingerên Ewrûpî ew qasî nijadperest bûn, ku bi ya wan, Efrîkiyan ne dikarî bajarekî ev qasî bipêşketî ava bikin. Ji ber wê, wan destpêkê îdîa kiribû ku bi îhtîmaleke mezin Fenîkeyiyan yan jî miletekî din ê ne Efrîkî ev bajar avakiriye. 

Bi her halî, ne talana mehtingerên Ewrûpî û ne jî vê nijadperestiya wan nekariye, vê mîrateya dinyayê ya Efrîkî û ezameta wê piçûk bike.

NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.