Li Mexrîbê tîma tendirustiyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 20 Adar 2025 - 00:34

Federasyona Hevbenda Mafên Jinan a Mexribê ragihand ku ji bo xizmetên tenduristiyê bê pere bidin jinên Mexribî, tîmek ava kirine û destnîşan kir ku gelek jin û zarok ji vê lênêrînê sûdê digrin.

Tîmên tendirustiyê ji bo kêmkirina pirsgirêkên tendrustiyê yên jinên Mexribê dixebitin û astengiyên binesaziyê yên pergala tendurustiyê çareser dikin. Gelo ev însiyatîf dikarin mafên jinan ji bo dermankirina domdar misoger bikin, an tenê çareseriyek demkî ne? Di van însiyatîfan de piştgiriya jinan a derûnî tê kirin, her wiha ji bo jinên ku rastî şîdeta malbatê hatine hişyariya tenduristiyê jî tê pêşkêşkirin.

Li gorî rapor û lêkolînan nêzî ji sedî 30’ê jinên li gundewaran dijîn, ji ber binesaziya wan a tenduristiyê tuneye, ji lênêrînên tenduristiyê bêpar mane. Di heman demê de li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Mexribê ji sedî 20 jinên ku li deverên cuda dijîn, bi kêşeyên xizmetên tenduristî re rûbirû dimînin.

Kontrol bê pere ye

Federasyona Hevbenda Mafên Jinan a Mexribê ji bo pêşkêşkirina lênêrînên tenduristî û peydakirina dermanên ji jinên gundan re, dest bi însiyatîfa xwe ya tîmên bijîşkî kiriye. Ev tîm li stargeha ji bo mexdûrên tundiyê ya taxa El-Wehdê ya El-Mehmediyê ya Mexribê karê xwe yê tenduristiyê ji bo rojekê dimeşîne. Gelek jin û zarok ji vê lênêrînê sûdê digrin.

Pisporên nexweşiyan hene

Ji Federasyona Hevbenda Civakî Hekîma Weqas ku di nava jinan de armancên hevbendê şîrove dikir, wiha dibêje: "Tîmên bijîşkî ne tenê dermanan peyda dikin, di heman demê de ew di bin şert û mercên zehmet ên jiyanê de hestên ewlehî û lênêrînê didin jinan. Birêxistinkirina tîmên bijîşkî yên bi vî rengî ji bo jinên ku di rewşên xeternak de dijîn, pir pêwîst e. Di tîmên bijîşkî de bijîşkên pispor ên nexweşînên jinan, şekir, hîpertansiyon û nexweşînên tiroîdê hene."

Misogerkirina mafên jinan 

Seroka Federasyona Hevbenda Mafên Jinan li El-Mehmediyê, Nebîla Celal da zanîn ku ev tîm beşek ji stratejiyek berfirehtir e, armanca wê pêşxistina hişyariya tenduristiyê û misogerkirina mafên jinan ên ji bo lênerîna bijîşkî ye û wiha domand: “Ji bo başkirina binesaziya tenduristiyê dixebitin. Her wiha em hewl didin xizmetên xwe berfirehtir bikin ku hemû jinan di nava xwe de bigre, bi taybetî li herêmên dûrî bajaran, jê sûdê digirin."

NÛJINHA/HENAN HARÊT/MEXRÎB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.