- Li bajarê Lukosor ê Misrê ku yek ji herêmên girîng ên mezelên antîk e, piştî sed salan mezelekî nû yê fîrewnanan hate kifşkirin. Hate ragihandin ku ev mezelê antîk ê nû yê Thutmose yê Duyem e û di derheqê xanedaniya Misra kevnar de agahiyên nû li kifşên berê zede dike.
Arkeologên Ingilîz cara pêşî di sala 1922’an de mezelê Tutankhamun ku ew yek ji fîrewnên mezin e, derxistin holê. Ev mezel nêzî Newala Qralan a Misrê bû ku gelek mezelên din jî li wir hene. Piştî dîtina mezelê Tutankhamun li wê herêmê mezelên wisa antîk ên mezin nehatibûn dîtin ta ku di vê mehê de (sibat) xebateke arkeologan çû serî û bi encam bû.
Di 18’ê Sibatê de Wezareta Turîzm û Berhemên Kevn a Misrê da zanîn ku bi hevkariya arkeologên Ingilîz û Misrî mezelekî antîk ê Beriya Mîladê sedsala 15’an hatiye dîtin. Ev mezel mezelê fîrewnê bi navê Tutmose ye ku weke Qralê Duyem jî tê zanîn. Ev kifşa nû ya mezelê antîk piştî sed salan di vî warî de weke xebata herî girîng tê binavkirin. Her wiha di derbarê Xanedaniya Misrê ya 18’an de jî gelek tiştî rave dike ango agahiyan zelal dike.
Mezelê Thutmose her çend di sala 2022’an de li bajarê Luksor hatibe kifşkirin jî lê nehat zanîn ku ew mezelê kî ye. Arkeologên ku di vî warî de xebatan dibirin serî xwe li benda salên 2024 û 2025’an hiştin da ku karibin bi xweşikî agahiyan parve bikin di derbarê vî mezelê antîk ê nû de. Di van demên dawî de hat ragihandin ku arkeolog li ser bermahiyên mezel careke din hûr bûne û piştî analîzkirina hin qawanozên bi cils hatine çêkirin pê derxistin ku ev mezel ê Thutmose yê Duyem e. Ji lewra di analîzan de derket holê ku li ser hin tabletan navê wî heye. Her wiha dekorasyonên hundirê mezel jî îşaret dikin ku ev mezel mezelê qralên mezin e.
Tawanê şîn û stêrkên zer
Piers Litherland ku li herêma Luksorê di xebatên erd kolanê de dixebite ji BBC’yê re got; “Hin hêlên jor ango tawanên mezel weke xwe mabûn, yanî saxlem bûn. Tawanê mezel bi boyaxeke şîn hatiye boyaxkirin û li ser vê boyaxa şîn stêrkên bi rengê zer cih digirin. Li gor zanîna me tawanên bi rengê şîn ên ku stêrkên zer li ser dibiriqin tenê ji bo qralan hatine çêkirin û îşaret dikin ku ev mezelê qralekî girîng yê serdema xwe ye.” Arkeologan jî da zanîn ku mezelê Thutmose yê Duyem vala ye û sedema vê yekê jî bi van agahiyan şirovekirin; “Îhtimaleke mezin piştî ku cenazeyê Thutmose di mezel de hatiye bi cih kirin lehiyek rabûye. Ji ber lehiyê cenazeyê wî ji mezel derxistine û birine cihekî din. Yanî bedena Thutmose û alavên ku pê re hatine bin axkirin li devereke din dimînin û heta niha nehatine dîtin.”
Kifşeke pirr girîng e
Piers Litherland her wiha di derbarê mezelê antîk ê Thutmose de van agahiyan jî dide; “Mezelê Thutmose di bin du sûlavan de hatiye çêkirin. Cihê ku ji bo mezel hatiye diyarkirin cihekî baş nîne û ji ber baran û lehiyê mezel zirarê dîtiye. Gava mezel hate dîtin me jî weke her kesî digot ev mezelê hanê ji bo jinên qraliyetê hatiye çêkirin.” Ji ber van sedemên li jor ekîba arkeologan hîna jî li ser mezel dixebite. Ji lewma ev ekîb jî serê pêşî wisa texmîn dikir ku ev mezel ê hevjîna Thutmose yê Sêyem û şahbanûya bi navê Hatshepsut e. Yanî wan wisa texmîn dikir ku qral vî mezelê ji bo jinên Xanedaniya 18’an ên Misrê daye çêkirin. Lê piştî hin lêkolînan derket holê ku tiştekî bi vî rengî nîne. Kifşa nû ya mezelê antîk bi her awayî nîşan dide ku ev mezel ê Thutmose ye. Ev jî kifşke gelekî girîng e ji lewma di derbarê Thutmose de agahî gelek kêm in, zanyarên di vî warî de dixebitin baş nizanin bê ka ew çiqas li ser text maye û deshelatiya wî çiqas dewam kiriye. Ji lewma cihê mezel û hûrgiliyên din ên di derbarê vî mezelê antîk de hin pirsên nû jî ava dike.
Ekîba arkeologan ku ji bo vî mezelê hîna jî dixebitin bi hêvî ne ku ew ê cenaza û alavên di mezel de jî bibînin û bi vî awayî agahiyên di derheqê Thutmose yê Duyem de ew ê zêdetir bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN