Bajarên kevnar ên Heranê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 1 Tebax 2023 - 13:20

CEYLAN ŞAHÎNLÎ / MA / RIHA

Bajarê Kevnar Şûayîp yê 38 kîlomtreyan dûrî navçeya Heran a Rihayê û Bajarê Kevnar Soxmatar ê 53 kîlometreyan dûrî Heranê, bi mîmariya xwe balê dikişînin. Lê belê her du bajar jî çendî di nava Heyînên Çandî û Dîrokî de ne jî, ji ber guhnedêrî û bêxwedîtiyê di bin talûkeya tinebûnê de ne. 

Bajarê kevnar Şûayîp

Bajarê Kevnar Şûayîp, li Taxa Şûayîbê ye. Tê gotin ku di dema Romayê de ango Piştî Mîladê di sedsala 4 û 5’an de hatiye avakirin. Li bajarê ku bi avahiyên xwe dişibe avahiyên Romayê, gelek şikeft hene û li derûdora wê bermayiyên sûran hene. Tê gotin ku pêxmeber Şûayîp wextekê li vir maye û ji şikeftên li vir duduya jê wekî cihê îbadetê bi kar aniye û bajarê kevnar navê xwe ji wî digire.  

Her wiha ji bo hin bermayiyên li vir tê gotin ku yên dêra ne. Li ber dîwaran hin kevirên lîstika Mangalayê hene ku tê gotin ev lîstik ya Efrîkî ye. Her wiha li vir hin peyker jî hene. Lê belê tê gotin ku piştî erdhejên Mereşê yên di 6'ê Sibatê de çêbûn, hin avahiyên li vir jî hilweşiyane.  

Girên li Soxmatar

Bajarê Kevnar Soxmatar ku tê gotin Piştî Mîladî di sedsala 2’yan de hatiye avakirin jî, bi bergeha xwe bala mirov dikişîne. Soxmatar ku navê xwe ji peyva "matar" a Erebî ku tê wateya "baranê" hilgirtiye, li devereke wiha ye ku zivistanê gelek baran lê dibare.  

Soxmatar ku heya avakirina komarê jî warê suryaniyan bû, wekî bajarê Şûayîpê li ser girekî hatiye avakirin. Li derdora wê 7 gir hene û li ser van giran keleh hatine çêkirin. Tê gotin ku kelehên li vir ji bo raçavkirina stêrk û gerstêrkan hatine çêkirin. 7 gir jî ji bo raçavkirina stêrk û gerstêrkan hatine bikaranîn. Lê niha ji wan kelehan tenê du heb jê mane. Her wiha li vir gelek şikeft û li van şikeftan gelek peyker û fîgûr hene. Li derûdora giran jî hem xaniyên kevirî hene hem jî îbadetxane hene. Li vir jî gelek şikeftên piçûk û mezin hene. Li hêla çepê ya têketina taxê peykerê Xwedayê Heyvê Sîn heye. Li kêleka Sîn peykereke din jî heye. 

Şikefta ‘Pagnon’

Li kêleka çepê ya têketina atxê gelek şikeft hene. Li şikefta wekî "Pognon" tê zanîn, peykerên 12 xwedayan û gelek gor hene. Lê ji ber ku bi salan nehatiye kontrolkirin, beşeke şikeftê wekî "metbaxê" hatiye bikaranîn û texrîb bûye. Sed metre wêdeyî şikeftê jî "bîra Hz. Mûsa" heye ku tê gotin Hz. Mûsa gopalê xwe li vir xistiye erdê. 

Bîrên avê yên Soxmatar

Welatî Salîh Demîr ê li Taxa Soxmatar (Yagmûr) behsa Soxmatarê kir. Demîr derpêş kir ku şikeft û avahiyên li vir 5 hezar sal berê hatine çêkirin û got ku cihê ku ew lê ne wekî gundê Hz. Mûsa tê zanîn. Demîr got: "Malbata me 70 sal berê hat vir. Ez li vir çêbûme û mezin bûme. Gava ew ewilî hatin vir, ev der cihekî kavilbûyî bûye. Tenê şikeft hebûne. Ji Heranê heya vir qadeke 30 kîlometre bê av bû. Li vir 84 bîr hebûn. Lewma em hatin vir. Ji van bîran tenê ava 15 heban jê tê vexwarin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.