- Xweza carê dîmenên xweşik pêşkeşî mirovan dike. Yek ji van dîmenên xweşik jî li Eyaleta Toyama ya Japonya yê derkete holê.
Xweza carê dîmenên xweşik pêşkeşî mirovan dike. Yek ji van dîmenên xweşik jî li Eyaleta Toyama ya Japonya yê derkete holê. Wênegirê bi navê Yasuto Inagakî ji vî dîmenê xweşik îlhamê digire û çend kêliyên xweşik yên mijê digire, mija ku di bin quntara Çiyayê Tate de bi ser bajêr ve girtiye. Çiyayê Tate jî tevî Çiyayê Fujî û Haku yek ji çiyayên herî navdar û pîroz yê Japonyayê ye.
Dema wênegir Yasuto dibîne ronahiyên bajêr yên li deştê dimînin di nav mijê de diçûrisin xwe nagire û bi wênegira xwe çend wêneyên xweşik digire. Li hêlekê mija bi ser bajar de girtî û li hêlekê jî heyva ku Çiyayê Tate ronî dike dikeve ber vîzora wî. Wêneyê Yasuto yê bi navê “Mucîzeya Toyama” weke wêneyê herî baş yê bajêr nîşan dide hate hilbijartin.
Yasuto bi vî wêneyî dixwaze tiştê hîs kiriye hin kesên din jî hîs bikin û dîmenên xweşiktir yên xwezayê kifş bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN